10 juli 2025

Bûk bi dilê zavê ye çi pitepita xelkê ye !

Go bûk bi dilê zavê ye, zava bi dilê bûkê ye, de îcar çi pitepita xelkê ye !

Tirkiyê, Evdila Ocalan û PKK´ê li hev kirin, herdu serî ji bazara xwe memûn in. Ez fêm nakim ji bo çi hin kes xwe diqeherînin, dikevin gewriya hev û pêsîra PKK´ê?
Evdila partiya xwe digre, hevalên wî sîlehên xwe datînin, teslîm dibin, teslîm nabin karê wan e, gelşa wan e. Ne hewce ye kesên ne PKK xwe hewqasî biqeherînin, li çonga xwe xînin.

PKK nemîne baş e, hebûna PKK´ê, şerê PKK´ê êdî bêyî zirarê tu feydeyê ngihîne kurdan. Partiyeke wiha belav bibe baş e.

Lê dû ra ewê çi bibe, merheleyeke çawa dest pê bike, serokên PKK´ê, gerîlayên wê ewê ku da herin, çi bikin, ne diyar e. Em nizanin Evdila û dewletê çawa li hev kirine. Bi ya min ew jî ne problema kesên derî PKK´ê ye, bûk bi dilê zavê ye, ne heceyî pilepila me ye.
Belkî tiştekî baş biqewime. Hebûna PKK´ê, şerê wê ji bo miletê kurd bi zirar e, em viya zanin, ji bo wê jî bira PKK nemîne.
Evdila Ocalan û dewleta tirk li ser feshkirina PKK´ê li hev kirin, hevalên Ocalan jî daxwaza wî qebûl kirin û partî fesh kirin. Di 11´ê temûzê da(sibe) komek gerîla bi merasimekê ewê li Silêmaniyê sîlehên xwe deynin; dibêjin ewê bişewitînin.
Heqê me tune ye em aqil bidin PKK´ê, bibêjin wiha bikin, wiha nekin.Çimkî em ne hevalên wan in. Meriv kane fikrê xwe bibêje, hin analîzan li ser tiştê diqewime bike, lê xwe qehirandin, hêrs ne hewce ye. PKK û dewleta tirk çi dikin ne gelşa me ye.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Her kes berpirsiyarê karê xwe. Em bi ya Evdila Ocalan nakin, em gotinên wî yên li ser kurd û Kurdistanê, yên li ser serxwebûna Kurdistanê rast nabînin, rexne dikin. Ev êsîr û hevkarê dewleta tirk pûç bibe baş e, li xêra kurda ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar