10 juli 2025

Îro roja kar bû


Îro li Stockholmê roj xweş bû, 23 derece germ bû. Piştî me gerra xwe qedand, em hatin mal. Me pariyek nan kir ber dilê xwe, qahwa xwe ya navrojê vexwar û bîstekê bîna xwe girt.

Dûra min zend û bendên xwe vemaltin, min rahîşt meqesa dara û dûzanek da sêncên(dehlên, devîyên, çîtên) dora hewşê.

Min sê alî temam kir, ma aliyek. Lê ew alî jî yê herî pir e û herî zahmet e.

Min karekî baş kir, lê min bê zirar neqedand. Min kabloya lampeyên ser deriyê hewşê, min Noelê û serê salê vêdixist birrî. Pir li ber ketim. Salek berê min çêkiribû, 4-5 seetan pê da ketibûm, heta min qedand.

Min bi serbilindî nîşanî malbata xanî kirîne da. Lê nebû qismet feqîr bi kar bînin. 
Min nexwest devîyên dora hewşê wek porrê dînan ji wan ra bihêlim, min got ez çêyiyekê bi wan bikim, lê min zirar da malikê. Heger bixwazin ezê heqê lampeyên nuh bidim wan.

Roj dihere qeza û bela nare. Lê sûcê min bû, dibê min bêtir dîqet bikira. Dema min dest pê kir min got dibê ez lê miqate bim kabloyê lampan nebirim. Mixabin min dîsa jî birrî.

XXX

Hevalê min hêja, kurdperwer, birayê Ahmed Sokenê şehîd, Mihemed Soken îro li Mêrsînê wefat kiriye. Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm.

Min bihîst kanser e, 7-8 roj berê min telefonî wî kir. Pir kêfxweş bû. Me bîstekê sohbet kir. Me hinekî qala paşgotiniya hevalan û qala rojên berê kir. Got ez tedawî dibim, berbî başiyê va diçe. Bi hêvî bû ewê jê xelas bibe.

Lê wa ye mirina bêbext pêxîla wî bernedaye, îro wefat kiriye. Gorra wî bihuşt be, serê zarokên wî sax be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar