Lucius Annaeus Seneca fîlozofekî îspanîyê bi nav û deng e. Wek Senecayê biçûk tê naskirin. Li Cordobayê hatiye dinê(4 BZ), li Romayê miriye(PZ 65).
Li ser jiyanê, li ser girîngîya felsefê gelek gotinên wî yên xweş hene. Min ji wan gotinên wî çend heb wergerandin kurmancî.
Hêvî dikim bi kêfa we jê ra were.
Li gorî Seneca felsefe dîsîplîna esasî ya ruh bi pêş dixîne, dûzanê dide jiyanê û ji bo çareserîya gelşên dertên hemberî însên alîkareka esasî ye. Aqil jî wasîteya bidestxistina van tiştan e.Ev jî çend gotinên wî yên li ser jiyanê, felsefê û însên.
-Dilsoziya(sedeqeta) bi pera were kirîn, kane bi pereyekî zêdetir were firotin jî.
-Her tiştê dest pê dike diqede.
-Mirin, carnan ceza ye, carnan diyarî ye, gelekê caran jî lutfeke.
-Li ruyê dinyayê gelek însanên ne layiqî ronahiya rojê ne, lê roj dîsa jî her
roj hiltê.
-Heger em dijîn, maneya xwe hîn hêvî heye.
-Hey jiyan, sebebê tu hewqasî muhîm tê dîtin bi saya mirinê ye.
-Jiyan, sipasî mirinê bike, ji ruyê wê ez ji te hez dikim.
-Jiyana bêkitêb jiyaneke wek meriv kor be, kerr be û lal be.
-Yê di xortaniya xwe da dara zanînê neçîne, gava extîyar bibe ewê sîyeke li ber
rehet bike nebîne.
-Meriv kane li ser êşên sivik bipeyive, êşên kûr bêziman in.
-Mirin her tiştî wek hev dike.
-Sinet xizmetkarên jiyanê ne, felsefe efendîyê wê ye.
-Felsefe, kirinê fêr dike, ne gotinê.
-Jiyan dişibe kûpekî, lê gava perçe dibe derdikve ortê vala
ye.
-Bêedaletî nikane hetanî ebedîyetê hukim bike.
-Yê çûçik derkeve serê çiyê jî biçûk e, dêw, têkeve bîrê jî dêw e.
-Zêr di êgir da, merivên cesûr di felaketan da tên naskirin.
-Jiyan wek çîrokekê ye, ya muhîm ne ku çiqasî dirêj e,
çiqasî xweş e muhîm e.
-Serxweşî qusûran peyda nake, qusûran eşkere dike.
Felsefe ne lîstikeke kêfa xelkê jê ra were û ji bo xwenîşandanê
jî nehatiye çêkirin. Felsefe, xwe ne di gotinan da, di tevgerê da nîşan dide.
Ne ku ji bona roj hinekî xweş derbas bibin û bîntengiyên wextên vala ji ser
meriv herin.
Felsefe ruh distirê, şikil dide ruh, jiyanê dixe dûzanê, tevgeran bi serûber
dike, tiştên dibê werin kirin û tiştên dibê neyên kirin nîşanî meriv dide,
jiyanê dixe rotayeke rast û ji kesên di nava pêlên dudiliyan da hêl dibin ra
dibe rêber.
Felsefe tunebe tu kes nikane bêtirs bijî, kes nikane di ewlehiyê da bimîne. Her
seeta rojê tije bi hezaran bûyerên aqilê meriv nagire, tekane meqamê/merciyê
kanibe vî aqilî bide me felsefe ye.
Rastî her tim di hindikayiyê/kêmaniyê da ye û hindikayî jî her tim ji piraniyê
xurttir e. Çimkî wek qaîde hindikayî tim ji kesên xwedî fikir çêdibe. Li
hemberî vê, hêza piraniyê xapînok e, ji ber ku tu dîtineke qelebalixê tune ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar