Tiştê Evdila Ocalan kir ji bona min ne surprîze. Evdila ji roja hatiye girtin bûye merivê dewletê, tirkan jê çi xwestiye wî ew kiriye.
Evdila bi vê teslîmîyeta xwe ne xwe tenê, hevalên xwe jî hustuxwar û bi xwe ra rezîl kir.
Ez
li ber Evdila Ocalan nakevim, ew kane her tiştî bike, her tişt li bejna wî tê. Ez li ber bi hezaran gerîlayên şehîd ketin, li ber bi sedan
keç û xortên xwe ji bo vî tirsonekî xwe şewitandin, li ber wan dikevim; li ber bi hezaran kesên
hîn di zindanên tirkan da ne dikevim, êşa wan, trajediya wan di dilê xwe da his
dikim.
Min li vîdeoyên merasima şewitandina sîlehan mêze nekir, nexwazim wê sahneyê bibînim.
Ez ne li dijî dawîanîna li şer û fesixkirina PKK´ê me, min çend caran ev yek got. Bi ya min PKK nemîne ji bo kurdan baştir e. Hebûna PKK´ê ji bo kurdan êdî tenê zirar e.
Lê li gel vê jî, bêyî ku bi Tirkiyê ra peymaneke eşkere hebe,
bêyî dewleta tirk mefekî herî biçûk bide kurdan, danîna sîlehan a bi vî rengî, ya bi
emrê Evdila Ocalan bi min zor tê. Çimkî dewletê heta nuha tu tiştekî konkret negotiye, tim qala qedandina terorê dikin.
PKK´ê bêyî emrê Evdila kanîbû bi îradeya xwe ya azad bigota em dev ji şer
berdidin û xwe fesx dikin, emê riyeke din bidin ber xwe, ewê çêtir bûya.
Lê tiştê îro li ber şikefta Casinê qewimî ne wisa ye, bi daxwaza dewletê bûye û li hemberî wê jî li
fêzê tiştek tune ye, Tirkiyê tiştek nedaye PKK´ê, nedaye kurdan.
Ev yek bi meriv zor tê.
Bi hezaran gerîla ji bo azadîya miletê xwe û serxwebûna Kurdistanê bi comerdî canên xwe feda kirin.
Netîceya vê berxwedan û canfîdayiya wan dibê ne ev merasim bûya. Lema merasima îro ez xemgîn kirim. Hêvî dikim texmîna min, şikên min şaş bin, Tirkiye gaveka gaveke cidî bavêje.
30 gerîlayên PKK´ê îro li Şikefta Casinê sîlehên xwe
şewitandin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a
KCK´ê Besê Hozat û komeke gerîla beşdarî
merasîma îmhakirina sîlehan bûn.
Merasîma îmhakirina sîlehan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk seet
di 11:25´a da dest pê kir, seet di 11:45´a da bi dawî bû.
Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk da Hevseroka KCK´ê
Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.
30 gerîlayên sîlehên xwe şewitandin jê 15 jin, 15 jî mêr
bûn.
Wek min li jor jî got, li gel ku ez ne li dijî belavbûna PKK´ê terikandina şer
im, lê dîsa jî tiştê îro qewimî, şewitandina sîlehan a bi vî rengî û ji ber quretiyên
tirkan û teslîmiyeta Evdila Ocalan bi min giran û pir zor tê.
Piştî 41 sal şerekî mezin, qehremaniyên bêhempa, bi hezaran şehîd dibê ev
serîhildan wiha neqediya, dibê miletê kurd mafekî netewî bi dest xista, dibê kurd jî bi qasî tirkan îro bi tiştê qewimî kêfxweş
bûna...
Keda 41 sal xebat, qehremaniyên mezin dibê ne ev merasim bûya...
Lê kî zane, li gel vê xemgîniyê û êşa dilê me jî belkî ev yek, ev trajedî ji bo me baştir û bi xêrtir
be.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar