12 juli 2025

Bîranînên Omer Şêxmûs xezîneyeke tarîxî ye


Do bi şev min kitêba birayê xwe yê hêja Omer Şêxmûs qedand. Ev çend roj bûn di destê min da bû, min bi şev, heta derengê şevê dixwend.
Kitêb hevpeyvîn e, bi tirkî ye. Navê wê, ”Bir kurt devrimcisi/Omer Şeyhmus´un hayatindan kesîtler”.

Bi kurmancî meriv kane wiha tercume bike, ”Şoreşgerekî kurd, ji jiyana Omer Şêxmûs hin beş”.
Newzad Elî Ehmed demeke dirêj, li ser jiyan wî, serpêhatiyên wî, xebatên wî yên siyasî, endametiya wî ya YNK´ê(Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) pê ra hevpeyvînek dirêj kiriye.

Hevpeyvîn bi soranî çêbûye, dûra tercumeyî erebî bûye, Bernas Qerejdaxî jî ji erebî wergerandiye tirkî.
Weşanxana DOZ´ê di nîsana 2025´a da çap kiriye.
Kitêb tevî belge û fotografan 368 rûpel e.
Li ser jiyan, xebat û tarîxa Omer Şêxmûs û ya YNK´ê hevpeyvîneke muhîm e.

Meriv di hevpeyvînê da him Omer Şêxmûsê amûdî, ku yekî ji avakarên YNK´ê ye û dûra bûye endamê polît buroya wê ji nêzîk va nas dike, him jî li ser tarîxa YNK´ê, Mam Celal Talabanî û hevalên wî yên din dibe xwediyê zanîn û agahdariyên muhîm.

Li ser têkliî û şerên nabêna PDK´ê, YNK´ê, PDK´a Kurdistana Rojhilat, Komela û hêzên din jî agahiyên ji devê aktorekî wê demê û şahidekî bûyeran fêr dibe.

Bîranînên Omer Şêxmûs ne ji bo Kurdistana Rojava tenê, ji bo hersê perşên Kurdistanê yên din jî mişt agahiyên tarîxî, muhîm in. Erê ew ji Kurdistana Rojava ye, lê qederê ew kiriye siyasetmedarekî herçar perçên Kurdistanê.

Omer  Şêxmûs, di sala 1942á da li bajarê Amûdê hatiye dinê, di sala 1962´a da, di 20 saliya xwe da ji bo xwendina bilind dihere Almanyayê. Lê naxwaze li Almanyayê bimîne, hedefa wî Îngilistan e.

Piştî 5 meha diçe Londonê, hetanî 1967´a li Îngilistnaê dimîne, li zanîngehê dixwîne, di ber ra jî dixebite, bi vî hawî debara xwe dike.

Lê karên xwe yên siyasî qet îhmal nake, tim yek ji serkêşê xebatên xortên kurd e. Komeleyên xortên kurd li Ewrûpayê ava dikin û li dijî dewletên dagirker micadele û doza miletê kurd ya azadî û serxwebûnê bi ewrûpiyan, bi bîr û raya cîhanê didin nasîn.

Di îlona 1967´a da koçî Swêd dike. Li Zanîngeha Stockholmê ilmên siyasî û siyaseta navneteweyî dixwîne, di vî varî da doktorayê dike.

Li Swêd bi keçeka navê wê Agneta ra dizewice. Agneta keçeka fedekar e, du caran pê ra dihere Kurdistanê, demên dirêj bi dildarê xwe ra li çiyê dimîne, wek pêşmergeyekê dijî. 

Agneta di 2019´a da li Stockholmê bi kirîza dil wefat kir. Li ser jiyana Agneta Kling jî kitêbeke bi navê "Agneta Kling-di refên pêşmergeyan da jineka swêdî."

Omer Şêxmûs tim online, tim di hereketê da ye, ji Swêd bûrsekê digire dihere Amerîkayê. 

Dîsa vedigere Swêd. Di dawiya 1978´a hevalên wî ban dikinê, dihere Kurdistana Başûr, heta temûza 1979´a bi hevalên xwe yên YNK´ê ra li çiyê dimîne. 

Gelek caran dihere û tê, xanima Agneta dihere balê, li gelek welatên Ewrûpayê digere.

Bi salan berpirsiyartiya komîta derva ya YNK´ê dike. Û di sala 1986´a da dev ji hemû berpirsiyarên xwe yên YNK´ê berdide, vedire Swêd.
Dûra ji sala 2000´î hetanî 2007´a berpirsiyariya redaksîyona beşê kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê dike. Di 2007´a da vedigere Swêd û êdî koçî tu dereke din nake.

Omer Şêxmûs ji Kurdistana Rojava, ji Amûdê ye, lê qada micadela wî tim her çar perçên Kurdistanê bûye, bi kadir û siyasetmedarên ji her çar perçên Kurdistanê ra xebetiye, bi wan ra dostî û hevaltî kiriye.

Bi baweriya min kêm kes bi qasî Omer Şêxmûs siyasetmedarên ji her çar perçên Kurdistanê ji nêzîk va nas kiriye, bi wan ra bûye dost û heval. Di kitêbê da meriv ne Omer Şêxmûs tenê, siyasetmedarên, serokên her çar perçên Kurdistanê jî nas dike.

Ne mimkûn ez li vir qala hemû xebatên Omer Şêxmûs bikim, ji bo naskirina wî dibê meriv vê kitêbê bixwîne.

Hêvî dikim kurmanciya kitêbê jî di demeke nêzîk da derkeve. Gerek ev kitêb miheqeq bi kurmancî jî hebe.

Di dawiyê da dixwazim ji bo vê hevpayvîna hêja, ji bo tarîxa me muhîm, sipasî Newzad Elî Ehmed bikim.
Bi vê hevpeyvînê karekî pir hêja kiriye. Mala wî ava be.

2025-07-11

2 kommentarer:

  1. Pir spas Kaké Héja u dérin, Zinaré Xamo, ji bo vé nirxandina kitéban li ser jiyana min u ya Hevjina min Agneta. Dest xwesh.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Li hemberî kar û xebatên te ji bo miletê xwe kiriye, min tiştekî mezin nekiriye bira minê ezîz.
      Bi nivîsa xwe heger min bi qasî misqalekî jî ji miletê xwe ra xizmet kiribe ezê pê serbilind bibim.

      Radera