12 juli 2025

Tom Barrack ne wek nûnerekî Amerîkayê, wek berdevkê el Şara peyivîye

Tom Barrack

Konsulê Amerîkayê yê Anqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack, di heqê kurdên Kurdistana Rojava da wek berdekekî erebên Sûriyê peyivîye, ji Rûdawê ra gotiye:

”Amerîka rêzê li yekpareyiya axa Sûriyeyê digire û ji bo avabûna Kurdistaneke azad, yan jî herêmeke federal ji bo Kurdan li wî welatî tu nîşanek tune ye.

Amerîka rêzê li dewlet-neteweyên hene, xwedî statu û yasayî ne digire, wan nas dike û hew.
Tu nîşanek nîne Kurdistaneke azad ava bibe. Tu nîşanek nîne dewleteke serbixwe ya HSDyê hebe.”

Mêrik ne wek nûnerekî Amerîkayê, tam wek erebekî, wek tirkekî, wek berdevkê El Şara peyivîye.

Tom Barrack di sala 1947´a da li Lons Angelesê hatiye dinê, lê malbata wî ji Lubnanê ye. Bi eslê xwe yekî ji Libnanê ye, xiristiyanekî marunî ye. Lê hinek jî dibêjin êrmenî ye. 

Ez nizanim çi milet e, eslê wî çi ye. Dixwaze bira marunî be ya jî êrmenî be, tiştê xuya dike dost û dilxwazekî ereb û tirka ye û xêrnexwzekî, neyarekî kurda ye.

Heger ne merivê ereb û tirkan bûya û ne xêrnexwazekî kurdan bûya li Sûriyê hewqasî dijî dewleteke kurdan, federasyoneke kurd û ereban dernediket, nedigot ne mimkûn e li Sûriyê kurd bibin xwedî dewlet, federasyon.

Gerek partiyên kurd bi hev ra vî keftarê dijminê kurdan protesto bikin û li ba wezareta karên derve ya Amerîkayê giliyê wî bikin. Em baş zanin wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio wiha nafikire.

XXX

Mesûd Barzanî gotiye, ”di demeke misaîd da ewê here serdana Evdila Ocalan.”

Ji bo çi ewê here ba Evdila Ocalan ez fêm nakim!

Ocalan tu gelşê, tu astengiyê dernaxîne, dewleta tirk çi dixwaze ew jî wiya dike.

Ma Evdila Ocalan dewleta tirk e, ma ew mafê kurdan nade, ma ew qanûnan naguherîne?

Problem ne Evdila Ocalan e, hukûemta Erdogan e, dewleta tirk e. Yên dagirker, yên mafên kurdan nadin ew in

Hukûmeta AKP´ê ewê mafê kurdan bide, yê qanûnan biguherîne Erdogan e, hukûmeta wî ye. Herin ba Erdogan, bi gewriya tirkan bigrin, bibêjin mafê miletê me bidin!

Hûnê çi bibêjin, çi bixwazin ji Erdogan bixwazin, ji dewleta tirk bixwazin. Çima hûnê herin ber nigê Evdila?

XXX
Di Facebookê da yekî bi navê Mala Ezdiya Wesel gotiye:

”Nivîskarê me kurdan sed mixabin bi netewî li pirsgirêkê nanêrin. Jiber ku di xwîna birêz Zinarê Xamo de hê neyartiya partî û Martiyan heye. Bi xweziya min bûya ne wisa bûya. Ez gelkî ji nivîsarên Mamoste Zinar jî hezdikim.”

Ev jî bersîva min e.

”Hela tu were vê ecêba giran, kê bîra xwe û ”di xwîna min da neyartiya partiyan heye”!

Diyar e te genetîka min jî tahlîl kiriye.

Ji kerama xwe nîşan bide di vê nivîsa xwe da min çawa, bi kîjan gotinê neyartiya partiyan kiriye?

Min gotiye, ”ma Evdila Ocalan dewleta tirk e, ma ew mafê kurdan nade, ma ew qanûnan naguherîne?

Problem ne Evdila Ocalan e, hukûemta Erdogan e, dewleta tirk e. Yên dagirker, yên mafên kurdan nadin ew in.

Herin ba Erdogan, bi gewriya tirkan bigrin, bibêjin mafê miletê me bidin!

Hûnê çi bibêjin, çi bixwazin ji Erdogan bixwazin, ji dewleta tirk bixwazin. Çima hûnê herin ber nigê Evdila?”

Di van gotinên min da çi xerabî, çi neyartiya PKK´ê heye?

Li hemberî dewleta dagirker min gerîlayên kurd her tim wek ronîya çavên xwe parastiye. Lê ji kesî ra şelafiyê nakim.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar