Li ser girîngiya felsefeyê gelek kesan, fîlozofan gelek gotinên, aforîzmayên ji hev cihê gotine. Her yek li gorî xwe li ser aliyekî felsefê, li ser girîngiya felsefê sekinîye.
Felsefe, xwenaskirin e, gotin e, kirin e, axaftin e, fikîrîn
e û ya herî girîng jî pirs e, pirsîn e, pirskirin e.
Çend pirsên felsefê yên esasî hene:
-Rastî çi ye
-Sebebê hebûna me çi ye?
-Edalet çi ye?
-Azadî çi ye, gelo em azad in?
-Ilim çi ye?
-Xweşikî çi ye?
-Çavkaniya zanînê çi ye?
-Qanûneka exlaqekî gelemperî heye?
-Piştî mirinê jiyanek din jî heye?
Felsefe, van pirsan û gelek pirsên wek van dipirse û li bersîvên wan digere.
Bi xêra van pirsan meriv hewil dide xwe, civata xwe, dinyayê û kaînatê nas bike. Başiyê, xerabiyê ji hev bigerîne.
Dema em li ser jiyana xwe, li ser civata xwe, li ser bindestiya xwe, li ser riyên xelasbûna ji bindestiyê, li ser riyên avakirina Kurdistana serbixwe difikirin, ji bo wê hin karan dikin, micadelê didin ev felsefeyeke. Felsefeya azadî û serxwebûnêye, felsefeya antî-kolonyal e. Her jiyan felsefeyeke wê heye.
Felsefeya me ya azadî û serxwebûnê ye
Min çend gotinên Seneca yên li ser felsefeyê wergerandin kurmancî. Kerem bikin bala xwe bidinê.
-Felsefe ne lîstikeke kêfa xelkê jê ra were û ji bo
xwenîşandanê jî nehatiye çêkirin. Felsefe, xwe ne di gotinan da, di tevgerê da
nîşan dide. Ne ku ji bona roj hinekî xweş derbas bibin û bîntengiyên wextên
vala ji ser meriv herin.
Felsefe ruh distirê, şikil dide ruh, jiyanê dixe dûzanê, tevgeran bi serûber
dike, tiştên dibê werin kirin û tiştên dibê neyên kirin nîşanî meriv dide,
jiyanê dixe rotayeke rast û ji kesên di nava pêlên dudiliyan da hêl dibin ra
dibe rêber.
Felsefe tunebe tu kes nikane bêtirs bijî, kes nikane di ewlehiyê da bimîne. Her
seeta rojê tije bi hezaran bûyerên aqilê meriv nagire, tekane meqamê/merciyê
kanibe vî aqilî bide me felsefe ye.
Rastî her tim di hindikayiyê/kêmaniyê da ye û hindikayî jî her tim ji piraniyê
xurttir e. Çimkî wek qaîde hindikayî tim ji kesên xwedî fikir çêdibe. Li
hemberî vê, hêza piraniyê xapînok e, ji ber ku tu dîtineke qelebalixê tune ye.
///Lucius Annaeus Seneca
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar