13 juli 2025

Dev ji fêlbaziyê berdin !

Kurdan tu carî ji kêfê, li ciyê rehetiyê serî hilnedane, li hemberî bindestiyê, kolonyalîzmê, zulmê serî hildane, gelek trajediyên mezin jiyan e, xwîna xwe herikandine.

Di vê riyê da kurdan bedelên pir mezin dane, erê gelek caran têk çûne, lê tu carî dev ji îdîala xwe ya azadiyê, serxwebûnê bernedane.

Tu dewlet, tu zorbatî, tu xapandin nikane daxwaza azadiyê, serxwebûnê ji dilê kurdan derxîne, kurdan razî bindestiyê û tirkbûnê bike.

Li dinyayê tu zulm, tu xurtî, tu hukûmet ne ebedî ye, zulm û xurtîya, serdestiya îro ewê ji dagirkerên welatê me ra jî nemîne.
100 sal e ji bo ku kurdan bikin tirk gelek dek û dolab gerandin, gelek zulm li me kirin, gelek qetlîamên mezin kirin, lê em neqediyan, em nebûn tirk û emê tu carî jî nebin tirk.
Zayîata me pir mezin e, lê wek milet em ji do gelkî xurttir in, li gorî do em gelkî nêzikî azadiyê û serxwebpnê ne.
Erdogan do qala hin sûcên dewleta tirk ên berî xwe kir, wahşeta zindana Amedê, Torosên Sipî, şewitandina gundan, koçberkirina kurdan bi darê zorê, filan û bîvan rexne kir.
Baş e bira bike, lê ne samîmî ye, demagojî ye.
Çimkî bi yek gotinê jî qala qetlîama Roboskê, dagirkerina Efrînê, Serê Kaniyê, qala alîkariya bi qatilên Daîşê ra, qetlîamên Surûcê, Amedê, Anqerê, şewitandina bi sedan keç û xortên kurd di zêrzemiyên Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê da nekir.
Tiştê di dema îktîdara Erdogan da bûye ji qetlîamên berî wî zêdetir e, ne kîmtir e. Bi hezaran kurd hîn di zindanên wî da ne.
Termên kurdan bi rojan li erdê hîştin, ciwanên kurd bi panzêran ve girêdan û bi erdê ra kişkişandin. Erdogan ne qala van tiştan kir, ne jî rexne kir.
Kurd ne bêhafize ne, em van qetlîamên di van
15-20 salên da wî da bûne ji bîr nakin.
Lê li gel vê jî em ne terefdarê şer û teşxeleyê ne, helbet em dixwazin sîleh bêdeng bibin, şer nemîne.
Lê dibê mafê miletê kurd were dayin, dibê kurd bibin xwedî statuyeke netewî. Dibê navê welatê me were qebûl kirin, zimanê me bibe resmî.
Heta ev nebe, bi xapandinê, bi zorbatiyê, bi telîmgirtina çend siyasetmedarên kurd eva gir tu carî venamire.
100 sal e we ev rê û metod ceribandin, giş pûç derketin, dibê hûn, yanî hukûmet û dewleta tirk êdî dev ji siyaseta xapandinê, înkar û îmhayê berde û mafê kurdan bi destûrî qebûl bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar