Do derengê şevê di platforma X´ê da ev hevpeyvîna Firat Aydinkaya ya bi Mem Med ra bi çavê min ket.
Gava rastî nivîsên wî, hevpeyvînên wî têm dixwînim, tu carî di ser ra derbas nabim.
Nivîsên wî, hevpeyvînên wî dirêj in, lê xweş in, bi nabên dixwînim. Nêta min hebû vê hevpeyvîna bi nivîskar Mem Med ra kiriye jî bi nabên bixwînim.
Nîvê şevê bû, min got ezê hinekî bixwînim, qismê mayî jî bi xêr sibe temam bikim. Piştî min dest bi xwendinê kir, destê min jê nebû, min got hela vê paragrafê jî biqedînim, hela wê paragrafê jî biqedînim, min hew dît nivîs qediya.
Dema pirs xweş bin, bersîv jî xweş in. Him pirsên Firatê hêja kirine xweş in, muhîm in, him jî bersîvên Mem Med dane mikemel in.Gava ez rastî merivên, edîbên, nivîskarên wiha zana, yên bi kurdî dinivîsin têm pir kêfxweş dibim.
Ez û Mem Med di Facebookê da hevalên hev in, lê nayê bîra min koça me rastî hev hatibe, min tiştekî wî xwendibe.
Min navê wî bihîstibû, lê min ne camêr nas dikir, ne jî tiştekî wî xwendibû.
Bi xwendina hevpeyvîna do
ra min dît Mem Med nivîskarekî zana, xwedî qelemeke xurt e û hakimê karê xwe ye. Edebîyata miletê xwe û ya dinyayê nas dike.
Li ser mîzahê, babetên wê, nivîskî, devkî û dîtbar û tesîra wê ya li ser civatê xwedî fikir û zanîn e.
Gava meriv edebîyatê ji edîbên rastîn, ji yên zane dixwîne meriv him jê tahm û
lezetekê digire, him jî tiştekî nuh jê fêr dibe.
Di heqê mîzahê da, li ser
tesîra mîzahê ez hin tiştên nuh ji Mem Med fêr bûm.
Ez jî ji mîzahê hez dikim û bi qasî zanebûna xwe nivîsên xwe ji mîzahê bêpar
nahêlim.
Mem Med di vê hevpeyvîna xwe da hin tiştên nuh li zanîna min zêde kirin.
Baş e nivîskarên me yên wek Mem Med hene.
Wexta we hebe hevpeyvînê bixwînin, hûnê jê hez bikin.
Ev jî lînka hevpeyvînê ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar