Do li Stenbolê bi îdîeya xwedêgiravî dengê muzîkê bilind kirine pûlisan rismê erebeyên malbateke kurd girtine, piştî minaqaşeyeke devkî, her deh ferdên malbatê, jineka bihalkî(hamîle, ducanî) jî di nav da, îşkence kirine.
Pûlisan pihîn li zikê jina bihalkî xistine. Geda jinikê bi sezeryanê ji ber kirine, lê xelas nebû, keçik mir, jiyana dayikê di talûkê da ye.
Ev ne cara pêşî ye tirk, pûlisên tirk ji ber muzîka kurdî li kurdan dixin, birîndar û lînc dikin, heta çend heb kuştin jî.
Tirk ji %99,9 neyarên kurdan in, ji kurdan neftert dikin. Ji bo wê jî gava keysê dibînin êrîşî kurdan dikin, lînc dikin.Dewleta tirk bi hemû dem û dezgehên xwe va bi çavê neyar li kurdan dinêrin.
Lin dinyayê tu miletek wek tirkan ji miletekî nefretê nake. Nefreta tirkan ya li hemberî kurdan wek kîna deve ye, pir mezin, pir kûr e.
Ji bo wê jî pûlisên ne wezîfedar do dema dengê muzîka kurdî bihîstine har bûne, rismên erebê girtine, dûra jî her deh ferdên malbatê bi wahşetî îşkence kirine.
Fîlmê pûlis çawa li malbatê dixin heye. Walî ji dêlî pûlisan sûcdar bike, ew parastine, malabata marûzê lêdanê bûye wek êrîşkar nîşan deye, gotiye him dengê muzîkê pir bilind kiribûn, him jî êrîşî pûlisan kirine.
Malbatê êrîşî pûlisan nekiriye, fîlm heye. Jixwe ne mimkûn e malbateke kurd li Stenbolê êrîşî pûlisan bike.
Li gorî hêzên ewlekariyê, waliyê dewletê, edaleta tirkan tim kurd neheq in, tim kurd êrîşakr û sûcdar in.
Li kurdan xistine, jina ducanî dane ber pihîna, lê yên sûcdar dîsa kurd in. Çimkî dewleta tirk, civata tirk antî-kurd e. Alieyk gur e, aliyek berx e, nêta gur daîm xwarina berx e.
Rojekê gur îslah bibe, dev ji xwarina berx berde jî tirk dev ji neyartiya kurdan bernadin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar