Em îro çûn Qesra Sturehov(Sturehovs slott). Qesra Sturehov yek ji qesrên Swêd yên sedsala 18´a ya dema gustaviansk e. Qesir baş hatiye parastin. Xweza hawirdora wê jî ecêb xweş e. Meriv ji gerrê, û temaşekirinê têr nabe.
Qesir him bi xweşikî û îhtîşama xwe, him jî bi xweza, bi daristan, ava dora xwe wek qesreke di orta cinetê da be.
Qesir nêzî mala me ye, lê dibê ereba meriv hebe. Xanimê hîn nedîtibû, min 20 sal berê carê dîtibû.
Min tim digot, îro sibe emê rojekê herin bibînin, lê we rnebû qesmet, ma heta îro. Me rê nas kir, emê kanibin bi otobozê, dûra jî peyatî herin. Carek din, berî em bar bikin emê herin lê bigerin.
Qesir girtî bû, me hundurê wê nedît, em li desr û dora wê gerîyan, me li bexçê
pastexana wê qahwe vexwar.
Em têr lê negeriyan, bi xêr careke din emê herin baş li wan deran bigerin.
Pêşiyên xelkê tişt li pey xwe hîştine, dagirkerên welatê me mîrata pêşiyên me gişk wêran û talan kirin. Çaxa meriv ne xwediyê welatê xwe be wiha ye, neyar wêran û talan dike.
Tiştekî din ê baş jî, berî em herin ji kevnfiroşên dêrê hatin tiştên min dabû wan birin. Em jê xelas bûn.
Avêtina tiştên zêde, tiştên kevn li Swêd gelşkeke mezin e, dibê ya ereba meriv hebe, ya jî meriv kirê bike û here bi pera bavêje . Avêtin ne belaş e, bi pera ye. Axirê ez erzan jê xelas bûm.





Inga kommentarer:
Skicka en kommentar