16 juli 2025

Rêberiya min îro baş çû


Min berê gotibû heta roja şemiyê ezê hinekî meşxûl bim. Lawikê me Azad hatiye serdana me, em bi hev ra digerin.

Îro em çûn mala lawikê me yê biçûk Rojen, em bîstekê li wir rûniştin.
Dûra min xaniyê me yê nuh nîşanî Azad da û ji wir jî em çûn parka Rudanê. Rudan, parqeke Stockholmê ya pir xweşik e. Pir mezin e. Em bîstekê li wir gerîyan û dûra hatin mal.

Fersend çêbû min û xanimê bi herdu xortên xwe ra rismek girt.


Êvarî min ji mîvanên xwe ra masiyê laks (masiyê somun)çêkir. Pir ecibandin, hindik mabû tiliya xwe pê ra bixwarana.
Heta roja şemiyê ezê rêberiya wan bikim.


XXX

Li Sûriyê terorîstên HTŞ´ê piştî qetlîama nuseyrîyan, 4 roj in bi ”alah û ekber, tekbîr, tekbîr”, vê carê jî li bajarê Suweydê dest bi qetlîama durzîyan kirin.

Hêzên Îsraîl li Suweydê û li Derayê çûn hawara durzîyan, derbên baş li terorîstên HTŞ´ê xistin.

Îhtîmal heye Îsraîl ji bo parastina durzîyan li Sûriyê êrîşên xwe berfirehtir bike.

Belkî durzîyên Lubnanê jî herin alîkariya birayên xwe. Durzîyan li Lubnanê seferberî îlan kirine.

Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack bûbû berdevkê Colanî û van hov û terorîstên HTŞ,ê, yekîtiya Sûriyê, yek dewlet, yek al, yek artêş diparast. A terorîstên HTŞ´ê, artêşa Sûriyê ev hovên Daîşê ne.

Li Swêdayê ji herdu aliyan zêdetirî 200 kesî hatine kuştin, şer hîn berdewam e.

Roja bikanibin ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî. Dibê kurd ji van qetlîamên terorîstên HTŞ´ê dersê bigirin.

XXX

Dibê meriv baweriya xwe zû bi zû bi her kesî neyne, di hilbijartina dost û hevalan da pir bi dîqet be. Şeb û şekir, xwê û şekir jî pir dişibin hev. Lê tahma wan pir cihê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar