12 maj 2025

Ker hevdu nas dikin

Yekî çort, zirzop ji Xoce Nesredîn ra got:

-Xoce, min bi saya kerê te tu nas kir!
Xoce Nesredîn bîna xwe teng nekir, got:
-Ker hevdu nas dikin!

XXX

Tu jî derewekê bike

Xort ji keçikê ra got:

-Tu pir xweşik î!
Keçikê got:
-Xwezî tu jî çeleng bûya, minê jî eynî tişt ji te ra bigota.
Xort xwe aciz nekir, got:
-Ne problem e, tu jî kanî wek min derewekê bike…

 XXX

Wiya jî ker dibîne

Rojekê ji Xoce Nesredîn hikmeta paşpê li kerê siwarhatinê pirsîne, gotina çima paşpê li kerê siwar dibî?

Xoce gotiye:

-Ji bo ku dijminên ji paş da tên bibînim.

Gotine:

-Baş e, lê heger dijmin ji pêş da werin?

-Wiya jî ker dibîne.

 XXX

Nefret

Jinek ji zilamekî pir aciz bû, jê ra got:
-Heger ez pîreka te bûma minê jahr di qahwa te kira.
Mêrik bişirî, got:
-Heger ez jî peyê te bûma, bêyî ku dudiliyê bikim minê ew qahwe vexwara.

XXX

Sebebê xelayê

Winston Churchill rojekê bi henek ji Bernard Shaw ra gotiye:

-Gava meriv te dibîne dibêje belkî li Îngilistanê xela heye !
Bernard Shaw kenîyaye, gotiye:
-Ê dema meriv te jî dibîne sebebê xelayê fahm dike!

XXX

Leca dîk û mirîşkê

Dîk ji mirîşkê ra got:

-Keçê çima tu her roj van hêkan ji xelkê ra dikî? Te rojekê hêkek xwe nexwariye, tu wer ji xelkê ra dixebite, dev ji hêka berde.

Mirîş keniya, got:

-Tu li min û vî aqilî ! Rojekê eniya te bi erdê nebûye, te tu carî du rikat nimêj nekiriye. Lê dîsa jî tu her sibe bi berbangê ra radibî, wek meleyekî azan didî, xelkê ji xewa şîrîn radikî. Çi fêda te di vî karî da heye, tu çima her sibe bi rezaqa rojê ra ji xelkê ra azan didî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar