Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn do bi şev ji nişka va got ew dixwaze li Stenbolê roja pêncşemê(15/5)bi Ukranyayê ra dest bi hevdîtinên rû bi rû bike.
Serokê Ukraynayê Zelensky jî tavilê got qebûl, roja pêncşemiyê ez li
Stenbolê me.
Serokê Tirkiyê Erdogan jî got, ”em amadene ji civîneke wiha ra
mazûbaniyê bikin.”
Ji Erdogan e mazûbanîyeke wiha prestîjeke pir mezin e, wek bilêteke Millî
Pîyangoyê îkramîya herî mezin lêxîne.
Heger civîn bi lihevhatinê biqedin û peymana aştiyê çêbibe
ji bona Erdogan ewê bibe rutbeyeke aştiyê ya pir mezin. Îro mesele ewê zelaltir
bibe.
Serokê Ukraynayê Zelensky, li ser beyana Pûtîn berê got dibê berî hevdîtinê
agirbesteke 30 rojî were îlankirin, dûra hevdîtin dest pê ke.
Lê ajans dibêjin Zelensky hevdîtina bi Pûtîn ra qebûl kiriye, gotiye ez amade
me li Stenbolê bi Pûtîn ra hevdîtinê bikim.
Bersîva Zelensky di platforma X´ê da daye Pûtîn wiha ye:
”Em li benda agirbesteke tam û mayînde ne ku sibe dest pê
bike. Ji bo ku bingeha pêwîst ji bo dîplomasiyê peyda bike. Tu wateya
dirêjkirina kuştinan tune ye. Ezê bi xwe roja pêncşemê li Tirkiyê li benda Putîn
bim. Ez hêvî dikim vê carê Rûs li hincetan negerin.”
Volodymyr Zelensky
Zelensky bi qebûlkirina hevdîtina li Stenbolê dixwaze zexta
li ser Putîn bidome, pêşniyara agirbesta 30 rojî li ser maseyê ye. Zelensky dixwaze
agirbest berî danûstandinan îro dest pê
bike.
Heger herdu serî li hev bikin û hevdîtin roja pêncçemê li
Stenbolê çê bibe, îhtîmal heye Pûtîn agirbesta 30 rojî qebûl bike.
Hîn sedîsed ne diyar hevdîtinê çêbibe ya na. Îhtîmala çêbûnê zêde xuya dike.
Kes ne li hêvîya pêşketineke wiha bû, tiştê do Pûtîn kir ji bo her kesî bû
surprîzeke mezin. Şalê li hev bikin û şer raweste.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar