PKK´ê beyanek belev kiriye, gotiye kongra xwe ya 12´a di nabêna 5-7ê gulanê da li Qendîlê, li du ciyan çêkirine. Di kongrê da biryara fesihkirina PKK´ê, terikandina şerê gerîlla, micadela çekdarî hate girtin.
Di beyanê da tê gotin, “PKK hat fesihkirin, têkoşîna, şerê çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKK´ê êdî ewê tunebe. PKK´ê rola xwe ya tarîxî lîstiye û dema şerê çekdarî jî êdî qedîya ye."
Lema ew li ser daxwaza rêberê xwe Evdila Ocalan dawî li jiyana PKK´ê tînin û dev ji şerê çekdarî berdidin.
Ez bi xwe feshkirina PKK´ê û dawîanîna şerê çekdarî rast dibînim. Dibê PKK´ê ji
zû da dev ji şer berdaba.
PKK û şerê gerîlla ji bo miletê kurd êdî ne kar bû, xisareke mezin û barekî giran bû, bi vê biryarê berpirsiyarên PKK´ê gaveke rast û avêtin. Dibê riyeke din bidin ber xwe, xeta micadela legal xurt bikin...
Di beyanê da nayê gotin serokên PKK´ê û bi hezaran gerîlla ewê herin ku?
Sîlehên xwe, mal û serweta PKK´ê ewê çi bike?
Tirkiyê çi soz daye PKK´ê?
Hetanî nuha ne dewletê ne jî PKK´ê qala tu peymanê, ru sozeke dewletê dabe PKK´ê nekiriye. Erdogan jî bi biryara PKK´ê kêfxweş bûye û gotiye, "li Sûriye, Îraqê jî" baskên xwe xwe fesx bikin û sîlehên xwe teslîm bikin. Îstîxbarata wan ewê di taqîbata vî îşî da be...
Yanî mêrik dibêje PYD û YPG jî gerek xwe fesx bikin û teslîmî çeteyên îslamî bibin.
Yanî di beyanê bêyî biryara fesihkirinê û dawîanîna li şer, tu agahîyeke din tune
ye; nabêjin wan û Tirkiyê li ser çi li hev kirine û ji nuha û pê da ewê çi bibe?
Şêwirmendê Erdogan, Mehmet Uçum gotiye:
“Serdema nuh ewê Tirkiyeyê ji her alî ve bihêztir bike. Di
warê demokrasîyê û hiqûqê da reformên berfireh ewê werin kirin û emê derbasî
qonaxeke nuh bibin ku demokrasî û hiqûq ewê konkiret bibin.”
Ez bi xwe bawer nakim tirk tu qanûnan biguherin û tu mafî bidin kurdna. Çimkî beyanên Erdogan, Hakan, Bahçelî ji serî heta dawî mişt kîn û nefret e, zereya îşareta dana mefekî tune ye. Carnan hin demagojiyan dikin.
Heger serokên PKK´ê û dewletê bi peymanekê, li ser efûyekê, li ser derxistina
hin qanûnên nuh, avakirina parîyeke legal li hev nekiribin(ez bawer nakim kiribin) dibê her tiştên
PKK´ê, sîleh, pere, mal, milk gişî bidin Kurdistana Rojava.
Hêvî dikim texmîna min şaş be, dewlet qanûna esasî biguhere û mafên kurdan ên netewî nas bike.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar