Got wele apoyî neyî gêj e, bi gelek tiştan zane lê nabêje.
Di medyayay sosyal da gelek tiştên ne rast, ne xweş li ber çavên meriv dibin, tên
gotin lê nabe meriv xwe tevî her tiştî bike, tiliya xwe têxe her qulikê.
Go çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Carnan dibê meriv devê xwe
bigire, li bûyeran, li tiştên diqewimin sêr û temaşe bike. Gava gotina meriv pere neke, bêdengmayin baştir e.
Li ser biryara PKK´ê terikandina şer û xwe fesixkirinê di
medyaya sosyal da gelek tiştên rast û şaş tên gotin. Hinek pir xemgîn xuya
dikin, hinek jî kêfxweşiyê govend û dîlanên digerînin.
Li meydanê tenê beyana PKK´ê heye, dewletê tiştekî konkret negotiye, qala tu peymanê û soza dabe PKK´ê nekiriye. Tenê
dibêjin ew ji terorê xelas bûne û dibê li Sûriyê û li Îraqê jî PKK, PYD, YPG xwe
xwe fesix bikin.
Serokê Tirkiyê Erdogan do eşkere got, ew hêvî dike li Sûriyê jî PYD, YPG eynî tiştî bike. Îstîxbarata wan vî karî taqîb dike.
Yanî çavê tirkan esas li Kurdistana Rojava ye, dixwazin vê desthilata kurdan ji ortê rakin.
Gelo PKK´ê li ser navê YPG, PYD´ê jî tu soz daye Tirkiyê ya na, em nizanin. di rojên pêş da ewê diyar bibe.
Min berê jî gotiye, PKK û şerê wê ji ortê derkeve baş e, ewê ji kurdan ra baştir be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar