Profesorekî
ji xwendekarekî xwe qet hez nedikir, pir jê diqeherî.
Rojekê li xwaringeha zanîngehê ji ber ku li ser maseyên din cî
tunebû, xwendekarê profesor jê hez nedikir çû ser masa wî,
xwest xwarina xwe li wir bixwe.
Profesor murûzê xwe tirş û tahl kir, got:
-Ga û çivîk li ser masakê rûnanin.
Xwendekar bişirî, got:
Vê bersîvê profesor pir aciz kir. Gotineke pir giran bû, ew kiribû ga.
Di îmtihanê da ji bo ku xort di sinivê da bihêle çi ji destê profesor hat kir, pirsên herî zor jê pirsî bû. Lê xort yekî zane bû, pirs hemû rast çêkiribûn. Profesor got:
-Ezê pirseke dawî ji te bikim. Ferz bike li ser riya mala xwe te du çewal dîtin. Em bibêjin çewalek tije aqil e, yek jî tije pere ye. Tu kîjan çewalî bigirî?
Xort got:
- Ezê rahîjim çewalê pera.
Profesor bi quretî got:
- Minê çewalê êqil bibira. Çimte çwalê êqil nebir?
Xort bi bişirî got:
-Normal e. Bi kê ra çi kêm be, çi tunebe ewê wiya hilbijêre.
Profesor di ciyê xwe da tevizî, bersîv neda xort, got here li ciyê xwe rûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar