Pere him kevir nerm dike, him jî meydanê li meriv dike fire, serokê HTŞ´ê, terorîstekî wek Ahmed Şara jî wek serokekî muteber bi serokê Amarîyayê Donald Trump ra rûdine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bi prensê Siûdî Muhammed bin Selman ra peymaneke bi 300 milyar dolarî îmze kir, bû hevîrê şilikî, bi terorîstê Amerîka lê digere, serokê Sûrîyê Ahmed Şara ra rûnişt û pê ra risim jî girt.
Serokê Amerîkayî Donald Trump, li paytexta Suûdî Rîyadê bi
serokê Sûriyê Ahmed Şara ra jî hevdîtinek kir û soz da Şara ewê ambargoya li
Ser Sûriyê rakin.
Amerîkayê mohra terorîstiyê li Ahhmed Şarayê serokê HTŞ´ê xistibû û 10 milyon
dolar dabû serê wî.
Lê pere kevir nerm dike. Piştî Prensê Siûdî Muhammed bin Selman peymanek bi 300
milyar dolarî(meriv kane viya wek bertîlekê jî bi nav bike)bi Trump ra îmze
kir, Trump nerm bû, ronî di çavan da nema, bi Ahmed Şarayê hîn di lîsteya terorîstan da ye rûnişt.
Serokê Tirkiyê
Erdogan jî bi vîdeotelefonê bi beşdarî civîna wan bû.
Hevdîtina Donald Trump bi Ahmed Şara ra skandaleke mezin e, lê dinya wiha ye, qanûnên
dewletan, biryarên wan lastîk in, gava dixwazin, gava berjewendiyên wan tê da hebe vedizelînin.
Erdogan ji hevdîtina Şara û Trump û soza Trump daye gelekî memnûn e.
Gelo lihevhatina Trump û Ahmed Şara ewê tesîreke çwa li kurdan bike, gelo kurd
ewê jê fêdê bibînin ya jî zirarê?
Ev yek hîn ne dîyar e.
Lê tiştê ez zanim ji bo ku kurd li Sûriyê îdareya xwe ji dest bidin û nebin
xwedî statuyeke siyasî, Erdogan û Ahmed Şara amadene her bertîlê bidin Trump. Û
Trump jî merivekî tê kirîn, kesên xwedî pere kanin wî bikirin.
XXX
Li gorî xebera CNN Turk´ê piştî PKK sîlehên xwe deyne,
kampên xwe vala bike jî ordîya tirk ewê ji herêmên li Kurdistana Başûr dagir
kirine venekişe.
Helbet ewê venekişe, çimkî ordîya tirk ne ji bo şerê PKK´ê,
ji bo dagirkeriyeke mayinde li wir e.
PKK tunebe jî heger Tirkiye zorê nebîne, mecbûr nebe ewê ji
Kurdistana Başûr dernekeve.
Ji Sûriyê û Kurdistana Rojava jî ewê bi rehetî venekişin. Ji
berê da ye çavên tirkan li dagirkirina beşekî Kurdistana Başûr û Rojava ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar