15 maj 2025

Erdogan dixwaze PYD û YPG jî xwe fesx bikin

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye fesixkirina PKK´ê tenê têrê nake. Dibê PYD, YPG, li Ewrûpayê çiqas rêxistinên nêzî PKK´ê hene ew jî xwe belav bikin, dawî li hebûna xwe bînin.

Beyna Erdogan wiha ye:

“Gelekî girîng e şaxên rêxistinê yên Sûriyê û Ewropayê jî van rastiyan bibînin û beşdarî pêvajoya fesxê û çekdanînê bibin. Îstîxbarata me MÎT kûr û hûr PKK´ê dişopîne hela biryarên kongreya xwe bi cih dike yan na. Me ji niha da dest bi xebatên pêwîst kiriye.”

Erdogan, Hakan Fîdan vê daxwaza xwe tim dubare dikin. Li gorî wan dibê ne PKK´ê tenê, PYD, YPG, hukûmeta Kurdistana Rojava jî, li Ewrûpayê çiqas rêxistinên nêzî PKK´ê hene ew jî xwe belav bikin, dawî li hebûna xwe bînin.
Jixwe armanc û hedefa Erdoga, Bahçelî ya esasî ev e, îdareya Kurdistana Rojhilat ji ortê rakin.

Gava viya nebe Erdoganê bibêje em qebûl nakin, dîsa ewê bibe wek teşebusên berê. Yanî tiştek ji vê lihevkirina Evdila Ocalan û dewletê jî derneyê.

Lê dewlet çi bike, çi bibêje jî fesixkirina PKK´ê rast e, dibê PKK û şerê wê nemîne. Çimkî bêyî zirarê tu karê nade kurdan.

XXX

Wezîrê perwerdeyê yê Tirkiyê Yusuf Tekîn li ser daxwaza kurdan a perwerdeya bi Kurdî gotiye:

"Ji bo perwerdeya kurdî hemû gav hatine avêtin. 
Qursên kurdî hatin vekirin, perwerdehî hate dayîn, dersên bijarte hatin danîn. Mamoste hatin tayînkirin.

Ji aliyê Wezareta Çandê ve berhemên çandî û hunerî yên bi kurdî hatin weşandin, tîyatroya bi kurdî hate lîstin, muzîk û weşanên televizyonê yên bi kurdî hatin kirin. Her cure gavên dibê bên avêtin di vê mijarê da hatine avêtin…"

Mêrike eşkere gotiye tu mafekî em bidin kurdan nemaye, me her tişt daye kurdan.
Ev beyana Yûsif Tekîn ji bo min ne surprîz e, ez zanim nêta tirkan tuneye zirniqekî jî bidin kurdan.
Lê kurdên wer bawer dikirin PKK´ê û dewletê li ser hin tiştan li hev kirine dibê vê beyana Yûsif Tekîn çend caran bixwînin.
Dewleta sozek dabe PKK´ê, pê ra peymanek çêkiribe vê beyanê nade. Çimkî mêrik eşkere gotiye tu tiştekî em bidin kurdan tune ye, me berê her tişt daye.
Dewlet tiştekî bide jî nede jî xwefesxkirina PKK´ê û terikandina şer rast e, dibê PKK û şer nemîne.

PKK´ê bi hebûna xwe, bi şerê 40 sal e dimeşîne ji Tirkiyê tiştek negirtiye. Ji nuha pê da jî bi şer nikane tiştekî bi dest xîne. PKK û şer tunebe ewê riyeke nuh li ber kurdan vebe, ev riya nuh ewê ji şerê PKK´ê baştir û bi fêdetir be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar