15 maj 2025

Bi pîrozkirinê kurmancî û zazakî ji mirinê xelas nabin !

Ev çend sal in kurd îro, 15´ê gulanê wek roja zimanê kurdî pîroz dikin.

Bi taybetî kurdên Kurdistana Bakur bêtir giraniyê didin pîrozkirina vê rojê.
Bira pîroz bikin. Di pîrozkirinê tu gelşe tune ye. Ez jî pîroz dikim.
Lê bi pîrozkirinê kurdî, kurmancî û zazakî ji mirinê xelas nabe. Kurdî(kurmancî, zazakî) di komayê da ye, ketiye ber sikratê, li ber xwe dide.

Ji bo ku kurdî ji mirinê were xelaskirin dibê gavên cidîtir werin avêtin, biryarên radîkal werin girtin.

Meha borî Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî li ser vê mijarê lêkolînekeberfireh kir. 

Li gorî vê lêkolînê kurdî, kurmancî, zazakî li ber mirinê ye, çimkî ji 4 zarokan 3 zarok kurdî nizanin.

Rapirsîna li 22 bajaran bi 1285 beşdaran ra hatiye kirin, nîşan dide di nav ciwanan da axaftina kurdî  di nav ciwan her ku diçe kêmtir dibe.

Li gorî encamên lêkolînê, ji 4 zarokan 3 zarok bi kurdî napeyivin û di malan da jî tirkî êdî bûye zimanê malê.

Heger em dixwazin zimanê kurdan nebe tirkî dibê em bi zarokên xwe ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin.

Hûnê him roja zimanê kurdî pîroz bikin û beyanên dilşewat li dijî asîmîlasyonê bidin, him jî bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyivin,  ev durûtî ye.

Kesê bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyive, xwendin û nivîsîna kurdî nizane, fêr nabe dibê ner oja zimanê kurdî pîroz bike, ne jî beyanên li dijî asîmîlasyonê bidin.

Yê li dijî asîmîlasyonê be, yê ji kurdî hez bike bi zarokên xwe ra tirkî napeyive, xwendin û nivîsîna kurdî fêr dibe, civînên xwe, xebata xwe ya sîyasî bi kurdî dike. Eksê viya, durûtî û sextekarî ye.

Nivîskarê fînî Anttî Jalava li ser zimanê dayikê teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye:

"Zimanê min ê dayikê wek çermê min e, zimanên din wek kincên min in. Kincên min kanin li bedena min werin ya jî neyên. Gava ji min ra nebin ez kanim wan biguherînim, li xwe nekim. Lê ez tu carî nikanim çermê xwe biguherînim.”

///Anttî Jalava 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar