16 maj 2025

Ji bo Evdila Ocalan her tişt tîyatroyek bû

Huseyîn Turhallî kadirekî PKK´ê yê kevn e, di nav PKK´ê da gelkî bi nav û deng e. Merivekî jê tê hezkirin. Di wexta xwe da aqilmendekî Evdila Ocalan bû, yekî nêzî wî bû. Ji bo wê jî Evdila Ocalan baş nas dike. Di nivîseke xwe da wiha gotiye:

”Dema Ocalan êsîr ket, gotina pêşî got:
Îmkanê bidin min. Ezê tevayîya kurdan, PKK´ê, Barzanî û Talabanî têxim xizmeta dewletê...

Di nabêna ra wext derbas bû. Ocalan, PKK, kurd, Talabanî û Barzanî xistin xizmeta dewletê. Dûra jî got, heta nuha tiştên min ji bo Cumhûrîyeta Demokratîk, otonomîyê digotin hemû tîyatroyek bû. Ez tiştekî naxwazim, PKK´ê fesx dikim.”

Yanî ji bo Evdila Ocalan PKK, 47 sal micadela, 40 sal şer tîyatroyek bû, nuha tîyatro qedîya, lîstikvan dibê herin malên xwe. 

Rast e, Evdila Ocalan ne PKK tenê, gelek kurd, Barzanî û Talabanî jî xist xizmeta dewletê. Çimkî ew jî bêyî qeyd û şert destegê didin siyaseta Evdila Ocalan a teslîmîyetê.

Ji bo Evdila Ocalan şexsîyeta wî ji PKK´ê, ji kurdan, ji her tiştî, ji her kesî muhîmtir e. Lema jî Ocalan tu tiştê nefroşe, neke qurbana xwe tune ye. 

PKK xwe fesix dike bira bike. Lê belê piştî bedelekî hewqasî mezin ji bo kurdan nexwestina otonomiyê, mafên kulturî jî sosireteke mezin e. PKK, Barzanî û Talabanî li dijî vê teslîmîyeta Ocalan jî dernayên.
Piştî 40 sal şerekî mezin, qehremanîyên bêhempa, bi hezaran şehîd, malwêraniyeke mezin ji kurdan ra nexwestina otonomiyê jî teslîmîyeteka nedîtî û herî pîs e.

Not:
Nivîsa Huseyîn Turhalli bi tirkî ye, min ji tirkî wergerand kurmancî.

XXX

Belûcîyan li hemberî Pakîstanê serxwebûna xwe îlan kirin. Ser xêrê û pîroz be.

Serxwebûna Belûcîstanê di 9´ê gulanê da li paytexta Hindistanê li New Delhiyê di civîneke çapemenîyê da ji aliyê serokê belûcî Mîr Yar Baloch ve hat ragîhandin.

Mîr Yar Baloch di civînê da got Belûcîstan êdî dewleteke serbixwe ye, em ji Pakîstanê veqetîyan. Navê dewleta me, Komara Demokratîk a Belûçistanê ye. Em vê biryara xwe îlanî cîhanê dikin.”

Aqûbeta we li serê me kurdan be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar