16 maj 2025

Aqil taca zêrîn e, li serê seokên me nîne

Di jiyanê da carnan dolaba meriv rast negere, îşê meriv rast neçe normal e.
Lê yê me kurdan fena ku nifir li me bûbe, micadela me tu carî heta dawîyê baş naçe, tim di nîvê rê da belayek ji me ra çêdibe, keda me bi erdê da dihere. 

Sebeb jî serok û rêberên me ne, ji şansê me yê xerab ra tim yên bêkêr, yên ne erbab, ne layiq dibin pêşengên me.
Serokên xelkê mezin dibin baqil dibin, yên me hergî mezin dibin dixirifin.

-Heraret di agir da ye, di sêlê da nîne
Keramet di serî da ye, di tacê da nîne,
Tu li çi digerî, li ba xwe lê bigere
Quds jî, Mekke jî li Hecê nîne

///Hecî Bektaşî Welî

Werger: Zinarê Xamo

-Mazeret(mehne) wek mû ye, bi her kesî ra heye. Lê çare wek aqil e, ew jî bi kêm kesan ra heye.

-Kêmaqilî bi du hawî dibe, yek, ji ber dînîtiyê, ya din jî ji ber cahilîyê.
Hin kesên him dîn, him jî cahil bûne serok, mezin û rêberên kurdan. Lema yekê me tu carî nabe dudu, keda me tim dibe keda bersîs û bi avê da dihere.
Em bi dehsalan bi kevçî tom dikin, di rojekê da bi heskê belav dikin.
Piştî 50 sal xebat û bedelên pir mezin meriv ji miletê xwe ra mafekî herî biçûk jî bi dest nexîne têkçûneke mezin e. dibê meriv viya qebûl bike.
Lê kesên hîn jî naxwazin vê malwêraniyê bibînin pir in.
Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.
Barê giran, aqilê sivik.
Aqil ne di umir da, di serî da ye, lê belê umir e yê aqil tîne serî.

Ev gotin rast e, lê ne ji bo her kesî, di vir da jî îstîsna hene.

Ji bo wê jî pêşiyên me gotine, gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...

Heraret di agir da ye, di sêlê da nîne

Keramet di serî da ye, di tacê da nîne,
Tu li çi digerî, li ba xwe lê bigere
Quds jî, Mekke jî li Hecê nîne

///Hecî Bektaşî Welî
Werger: Zinarê Xamo

XXX
Rojnamevanê swêdî Joakîm Medîn piştî 51 rojan ji nişkave hat berdan û îro hat malê. Kes ne li bende tiştekî wiha bû.
Joakîm Medîn bi emrê Erdogan hat girtin, bi emrê wî hat berdan. Mahkima wî di meha îlonê da bû. Lê ji nişka ve do berdane. Li Tirkiyê mahkime êdî formalîte ye, girtin û berdan bi emrê Erdogan dibe.
Hakim guhertine, bi biryara hakimekî din berdane.
Wezîra karên derve ya Swêd dibêje me tiştek nedaye Tirkiyê, lê ez bawer nakim. Miheqeq li ser kurdan tawîzek dan Tirkiyê, daxwaza wan anîn cî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar