Bedran Sevkat qala wahşeta zindana Diyarbekrê û dema zîyaretên dayika xwe ya bi tirkî nizanîbû kiriye.
-Dîya min a gotinek jî bi tirkî nizanîbû hatibû serdana min. Nobetdarek li ser
serê min sekinîbû li me gudarî dikir. Heger min gotinek bi kurdî bigota, li ber
çavên dîya min ewê li min xistana.
Heger dîya min bipeyivîya ewê hevdîtin biqedandina. Ji ber ku me bi vîya zanîbû
û gelek caran hatibû serê me, me tenê li hev dinêrê.
Dîya min digrîya, min lê temaşe dikir, bêyî ku em gotinekê ji hev ra bibêjin
hevdîtin diqedîya.
Bedran Sevkat, Zindana Diyarbekirê*
*Ez di Facebookê da rastî vê parvekirinê hatim, min ji tirkî wergerand kurmancî.
XXX
Belûcîyan li hemberî Pakîstanê serxwebûna xwe îlan kirin.
Ser xêrê û pîroz be.
Serxwebûna Belûcîstanê di 9´ê gulanê da li paytexta
Hindistanê li New Delhiyê di civîneke çapemenîyê da ji aliyê serokê belûcî Mîr
Yar Baloch ve hat ragîhandin.
Mîr Yar Baloch di civînê da got Belûcîstan êdî dewleteke
serbixwe ye, em ji Pakîstanê veqetîyan. Navê dewleta me, Komara Demokratîk a
Belûçistanê ye. Em vê biryara xwe îlanî cîhanê dikin.”
Aqûbeta we li serê me kurdan be...
XXX
Her kes zane şerê baş tune ye. Her kes zane şer xerab e,
malwêranî ye.
Lê li gel vê jî serokên tirk, dewleta tirk tim şerê bi
kurdan ra tercîh kirine. Tim xwestine her tirk bibe neyarê kurdan. Sîstema xwe,
perwerdeya xwe li ser neyartiya kurdan ava kirine.
Lema gava qala dana hin mafên kurdan tê kirin, gelek tirk
har dibin.
Bi perwede irqçî, antî-kurd ji çûktî da serê zarokan dişon,
dikin neyarên kurdan.
Lê heta ku kurd azad nebin, Kurdistan çênebe tirk jî ewê tu
carî rehet nekin.
XXX
Hevaltiya ceh û genim
Genimê biçûya tatîlê. Ji ceh ra gotiye heta ez vedigerim
xêra xwe tu têkeve dewsa min, wekîltiya min bike.
Ceh gotiye dibe, ser çavê min.
Genim daye rê çûye. Ceh bi pê ketîye, bi helke, helk gotiye:
-Min ji bîr kir tiştekî bipirsim…
Genim gotiye:
-Kerem bike bipirse.
-Heger ji min ra bibêjin bibe nanê şikeva, ez bibim nanê şikeva jî?
Genim gotiye:
-Hela tu here ser sêlê bes e.
Hin kes ceh in, garis in lê xwe genim dihesibînin, dibêjin belkî ew jî kanin
bibin nanê şikeva.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar