11 maj 2025

Haydê bibişire !

Di malpera Omer Faruk Baran Facebookê da min parvekirineke wî xwend. Omer Faruk Baran di nivîsa xwe da qala şiîra Kemal Burkay ”Bibişire”, bi tirkî navê wê ”gulumse” ye û sitrana Sezen Aksû ya vê şiîrê dike. Ji sitranê pir hez kiriye.

Ji bo ku Omer Faruk Baran ji sitrana Sezen Aksû xanimê "Bibişire" pir hez dike, ji bo xatirê wî min şiîr wergerand kurmancî. 
Hêvî dikim kêfa wî jê ra were.
Kemal Burkay bi xwe jî şiîr kiriye kurmancî û di kitêbeke xwe da weşandîye. Lê tişt nabe, bira wergera min jî lê zêde be.

Bibişire

Bibişire, haydê bibişire
Bira ewr herin
Bira karkir baş bixebitin
Ya na ezê çawa nuh bibim
Belkî fîlmek were bajêr
Daristaneke xweş çêbibe di nivîsan da
Îqlîm biguhere, bibe Derya Sipî
Bibişiree

Sazên min hebûn
Rûbarên min hebûn, pir
Xîçên min hebûn
Ema tu cihê yî
Tu fahm dikî?
Tu cihê yî
Ferz bike zikê min birçî bû
Ji dîya xwe xeyidîm
Bajar giş ji min xeyidî
Pisikeke min jî tune ye
Tu fahm dikî?
Haydê bimizice, ax
Ferz bike zikê min birçî bû
Ji dîya xwe xeyidîm
Bajar giş ji min xeyidî
Pisikeke min jî tune ye
Tu fahm dikî?
Haydê bimizice, ax
Belkî fîlmek were bajêr
Daristaneke xweş bibe di nivîsan da
Îqlîm biguhere, bibe Derya Sipî
Bibişire

///Kemal Burkay

Werger: Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar