11 maj 2025

Ma hûnê kînga mizgîneke xêrê bidin me ?

Ev demeke ji serok û berdevkên YNK´ê û PDK´ê deng dernayê, êdî nabêjin ”di demeke kin da emê mizgîniyeke xêrê bidin we!”

Wer xuya dike dev ji civandina meclîsê û avakirina hukûmetê berdane, dixwqazin wiha dom bike. Derdekî wan ê avakirina hukûmetê tune ye. Naxwazin sîstema bi zorbatî ava kirine xera bikin, dev ji kursî meqamên xwe berdin. Çimkî hukûmeteke nuh kane desthilata wan kêmtir bike.

7 meh di ser hilbijartinê ra derbas bûye, dema wan a îdara Kurdistanê qedîya ye. Domandina bi vî hawî zorbatî ye, îdareyeke ne meşrû ye.

 Generalê Amerîkî yê berê Michael Flynn gotiye, ”heger kurd yekîtiya xwe çêkin ewê kanibin dewleta xwe ava bikin.”

Erê gotina te rast e, lê serokên kurdên başûr viya naxwazin. Heger bixwestana dewleta xwe çêkin, ev 33 sal e nuha çêkiribûn. Ji bo ku naxwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe lema yekîtiyeke netewî ava nakin, herdu hukûmetên xwe, pêşmergên xwe nakin yek.

Çend sal in Amerîka, Fransa, gelek welatên Ewrûpayê ço dixin pişta serokên YNK´ê û PDK´ê, dibêjin zû hêzên xwe bikin yek, têxin bin emrê dewleteke netewî lê qebûl nakin.

Bi bawewrîya min ji ber ku Tirkiye û Îran di bin ra nahêle nahêle lema ev kaos dawî lê nayê. Ji bo ku hukûmeteke netewî û dewlet çêbibe dibê hukim ji destê malbata Barzanî û Talabanî derkeve, kurdên din werin ser hukim. Ev herdu malbat, herdû cephe bûne neyarên hev, li hev nakin, ev yek jî zirarê dide miletê kurd.

XXX

Kîjan wezîrê hukûmetê û berdevkê Tirkiyê devê xwe vedike, dibêje di demeke kin da emê ji ”bela terorê xelas bibin.”

Serokê Tirkiyê Erdoga jî li ser fesha PKK´ê û terikandin şer peyivîye. Wî jî gotiye”teror û ha ”teror”!

-Divê em Tirkiyeyê ji belaya terorê rizgar bikin. Em bi gavên xurt ber bi Tirkiyeyeke bê teror ve dimeşin.

-Em bi biryar in ku welatê xwe ji bela terorê rizgar bikin. 40 sal in êşeke kûr daye welatiyên me.

-Em bi gavên xurt ber bi armanca Tirkiyeya bê teror ve diçin.

Xwedêgiravî bi PKK´ê ra dikin ”aştîyekê”, lihevhatinekê çêbikin. Lê zimanê wan, uslûba wan pir neyarane ye, mişt heqaret e.

Gava meriv bi yekî ra di şer da be û bixwaze pê ra li hev were serê her gotinê heqaretê lê nake, jê ra nabêje ”teror û teror”!

Ez bawer nakim kesên xwediyê vî zimanî li dû tiştekî baş bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar