Nivîskar û wergêre bi dehan kitêbên ji erebî yên li ser kurdan Emîn Narozî îro li Stockholmê ji hezkiriyên xwe ra, ji dost û hevalên xwe ra qala jiyana xwe û çîroka wergerên xwe kir.
Berpirsiyarê Kutêbxana Kurdî, mamoste Newzad Hirorî moderatorîya civînê kir.
Emîn Narozî nivîskar û wergerekî pir berhemdar e, ji erebî gelek berhemên girîng ên li ser tarîxa kurdan
wergerandine kurmancî.
Bi saya weregerên wî gelek belge û çavkaniyên li ser kurdan eşkere bûn û gihîştin ber destên edîb û tarîxzanên kurd.
Emîn Narozî bi qasî ku nivîskar û wergerekî produktîv, berhemdar e, hewqasî jî merivekî bêdeng û mutewazî ye, nefsbiçûk e. Tu carî pesnê xwe nade, reqlama xwe nake.
Belkî ev cara pêşî ye civîneke wiha çêdike û qala jiyan û berhemên xwe dike.
Ji bo vê berhemdarî û nefsbiçûkiya wî, kurd pir jê hez dikin, pir qedir û qîmetê didinê. Ji ber vê hezkirina zêde ye û îro Kitêbxana Kurdî hetanî ber dev tije bûbû, kêm caran hewqas însan tên civîna nivîskarekî.
emîn Narozîyê hêja, gelek sipas ji bo van wergerên hêja, tarîxî. Mala te ava be.



Gelek spas ji bo şiroveya ta ya hêja, tu ji çêyiya xwe dibêjî û malî ava. Bi beşdarbûna we gelekî şad bûm, Emîn
SvaraRaderaBirayê ezîz, esas em sipasdarê te ne. Ji bo ked û xebata te min kêm gotiye, zêde negotiye. Kesên wek te hêjayî qedir û teqdîreke mezin in. Te ji bo gelê xwe eserên pir hêja li tarîxa miletê xwe û li kitêbxana kurdî zêde kirine. Dibê kurd ji van xebatên te haydar bin.
RaderaBi dostîya te ez jî kêfxweş û serbilind im.
Gelek sipas ji bo keda te.