10 maj 2025

Nivîskar, wergêr Emîn Narozî îro li Stockholmê qala çîroka jiyana xwe kir


Nivîskar û wergêre bi dehan kitêbên ji erebî yên li ser kurdan Emîn Narozî îro li Stockholmê ji hezkiriyên xwe ra, ji dost û hevalên xwe ra qala jiyana xwe û çîroka wergerên xwe kir.

Berpirsiyarê Kutêbxana Kurdî, mamoste Newzad Hirorî moderatorîya civînê kir.
Emîn Narozî nivîskar û wergerekî pir berhemdar e, ji erebî  gelek berhemên girîng ên li ser tarîxa kurdan wergerandine kurmancî.



Bi saya weregerên wî gelek belge û çavkaniyên li ser kurdan eşkere bûn û gihîştin ber destên edîb û tarîxzanên kurd.

Emîn Narozî bi qasî ku nivîskar û wergerekî produktîv, berhemdar e, hewqasî jî merivekî bêdeng û mutewazî ye, nefsbiçûk e. Tu carî pesnê xwe nade, reqlama xwe nake. 

Belkî ev cara pêşî ye civîneke wiha çêdike û qala jiyan û berhemên xwe dike.


Ji bo vê berhemdarî û nefsbiçûkiya wî, kurd pir jê hez dikin, pir qedir û qîmetê didinê. Ji ber vê hezkirina zêde ye û îro Kitêbxana Kurdî hetanî ber dev tije bûbû, kêm caran hewqas însan tên civîna nivîskarekî.
emîn Narozîyê hêja, gelek sipas ji bo van wergerên hêja, tarîxî. Mala te ava be.

2 kommentarer:

  1. Gelek spas ji bo şiroveya ta ya hêja, tu ji çêyiya xwe dibêjî û malî ava. Bi beşdarbûna we gelekî şad bûm, Emîn

    SvaraRadera
    Svar
    1. Birayê ezîz, esas em sipasdarê te ne. Ji bo ked û xebata te min kêm gotiye, zêde negotiye. Kesên wek te hêjayî qedir û teqdîreke mezin in. Te ji bo gelê xwe eserên pir hêja li tarîxa miletê xwe û li kitêbxana kurdî zêde kirine. Dibê kurd ji van xebatên te haydar bin.
      Bi dostîya te ez jî kêfxweş û serbilind im.
      Gelek sipas ji bo keda te.

      Radera