Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li ser kongra
PKK´ê ya 12´a gotiye, “danîna çekan têrê nake. Rêya PYD´ê bişopîne girîng e. Di
demên pêş da PYD ewê çi rêyê bişopîne, Tirkiyê jî di vê mijarê da senaryoyên
alternatîv bi pêş xistine.”
Mêrik nêta xwe ya esasî, tiştê li pê ye eşkere kiriye. Derdê wî Kurdistana Rojava ji dest kurdan bigire û kurdan têxe bin destê ereban, çeteyên HTŞ´ê yên îslamî.
Yanî ji bo Tirkiyê fesha PKK´ê, danîna sîlehan ne muhîm e, ew ne li pey vê ne. Ji bona Tirkiyê mesela esasî Kurdistana Rojava ye, dibê PYD û HSD jî xwe teslîmî Tirkiyê û Şamê bikin. Gerek ew îdare nemîne.
Bi
gotineke herî zelal, Hakan Fîdan dibêje, îdareya kurdan nuha li Rojava heye gerek nemîne, dibê kurd xwe
teslîmî çeteyên HTŞ´ê û Tirkiyê bikin. Tiştê Tirkiye dixwaze ev e, fesha PKK´ê ji bo wan ne muhîm e.
Daxwaza Tirkiyê ev e, gelo PKK û PYD jî ewê vê daxwaza Tirkiyê qebûl bikin?
Ez bawer nakim, naxwazim bawer bikim. PKK teslîmîyeteke wiha qebûl bike, miletê
kurd qebûl nake. Ji bo wê jî ya Tirkiyê ewê dev ji vê zorbatîya xwe berde, ya
jî mesela fesha PKK ewê Tirkiyê razî neke û her tiştê dîsa vegere qeysa berê.
XXX
PKK´ê piştî 47 sal xebata sîyayî û çekdarî û bi dehhezaran
şehîd, di nabêna 5-7´ê gulanê da di kongra xwe ya 12´a da dawî li hebûna xwe
anî, biryara xwefeshkirinê û terikandina şerê çekdarî girt.
Biryarên kongrê hîn nehatine belavkirin, lê kongre ji bo fesihkirinê hat kirin,
ev daxwaza Evdila Ocalan bû. Bi raya min îhtîmala biryareka din pir zeîf e.
Heta du-sê rojan ewê diyar bibe. Belkî jî bazara bi Tirkiyê ra dom dike.
Ez bi xwe ne li dijî vê biryara PKK´ê me, biryara terikandina
şer rast dibînim. Çimkî şerê çekdarî êdî tu fêde nedigîhand miletê kurd.
Belovacî wê zirar dida xebata kurdan ya siyasî.
Lê belê tiştê meriv meraq dike ev e:
-PKK ji nuha û pê da ewê bibe çi, serokên wê, bi hezaran
gerîla ewê herin ku?
Sîlehên xwe ewê bidin kê?
Yanî di nabêna PKK´ê û Tirkiyê da lihevkirineke çawa heye?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar