09 maj 2025

PKK´ê bi beyanekê got kongra xwe ya 12´a çêkiriye

PKK´ê îro bi beyanekê dîyar kir kongra xwe ya 12´a li Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nabêna 5-7´ê gulanê da bi serfîrazî çêkiriye.

Di beyanê da nehatiye gotin di kongreyê da çi biryar hatin girtin, biryara xwefesihkirinê hatiye girtine ya na. 

Tê gotin agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên di kongreyê da hatin girtin di demeke gelekî nêzîk da ewê were eşkerekirin.

Hetanî biryarên kongreyê eşkere nebin, neyên belavkirin meriv nikane tiştekî bibêje.
Daxwaza Evdila Ocalan ji PKK´ê, xwe fesih bike, sîlehan deyne û dev ji şer berde.

Di medyaya sosyal da hinekan gotin Evdila Ocalan bi vîdeoyê beşdarî kongreyê bûye. Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim. Di beyana PKK´ê da li ser vê îdîayê tiştek nehatiye gotin.
Bi texmîna min kane rast be. Ji bo dewletê tu muhzûra vê yekê tune ye. Belovacî wê ewê li kara dewletê be heger bi rastî bi riya vîdeoyê beşdarî kongrê bûbe.
PKK xwe fesh kiriye, çimkî daxwaza Evdila Ocalan ew e. Nuha tiştê meriv meraq dike ev e: PKK ewê bibe çi, serok û gerîla ewê çi bikin, herin ku?
Di rojên pêş da ev mesele ewê zelal bibe...

XXX

Rojnamevanê tirk Yilmaz Ozdîl ji avabûna Enstîtuya Kurdî ya Lozanê pir aciz bûye, gotiye avakarên Enstîtuyê dixwazin Tirkiyê perçe bikin û Kurdistanê ava bikin.

Heger dijminê te ji karê tu dikî aciz bû, rexne kir, bizanibe tu karekî baş û rast dikî.

Rexneyên dijmin, şêla dijmin ji bo karê meriv dike dibe wek kevirê mîhengê.

Dijmin bi kar û xebata meriv a baş şa nabe, pesnê meriv nade, rexne dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar