Yekî kor bi jinekê ra zewicî. Demek derbas bû, rojekê jinikê jê ra got:
-Heger te bikanîbûya pakîya min, xasekîya min bidîta tu yê matmayî bima, tu yê
ji xwe ra biba heyran.
Mêrik got:
-Xanim, erê ezî kor im, lê neyî kêmaqil im. Wek tu dibêjî, heger bi rastî jî tu
hewqasî xweşik bûya, yên ne kor ewê tu ji min ra nehaîştana.
Otoboza fîl û kera
Jineke hinekî zêde qelew li otobozê siyar bû.
Rêwîyekî cilq, xwenezan hêdîka, di ber xwe da got:
-Min nizanîbû ev otoboz ji bo fîlan e jî!
Jinikê bîna xwe teng nekir, bi dengekî sakîn got:
-Ev otoboz fena(mîna)Keştîya Nûh e. Him fîl, him jî ker
kanin lê siwar bin!
XXX
Ji dûr va
Yekî bi tinazî ji El-Mütenebbîyê şair ra gotiye:
-Ji dûr va min got belkî tu jin î !
El Mutenebî xwe aciz nekiriye, gotiye:
-Ji dûr va min jî got belkî tu însan î !
XXX
Ji bo ku yên wek te nebînim
Beşşar ibn Burd şairekî haviz bû, şairekî bi nav û deng bû.
Rojekê merivekî cilq jê pirsîye:
-Xwedê ronîya çavan ji yekî girtibe, miheqeq bi tiştekî din
telafî dike. Gelo tu bi çi telafî kiriye?
Beşşar ibn Burd gotiye:
-Ji bo ku ji dîtina kesên wek te xelas bibim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar