Dizên do ereba neviyê me(torinê me)ji zarokxanê dizîn, eşkere
revandine.
Mamosteyeke zarokxanê diz dîne, lê nikanîbûye wan
bisekinîne. Mêrikan nava rojê, li ber çavê personala zarokxanê, rahîştine
erebeya gedê me û revîyane.
Gelek tiştên lêwik jî di erebê da bûye. Ew jî birine.
Berê jî carê erebeyek dizîne. Ev cara duduya ye.
Do sê heb diz ketibûn malekê, jinik û keça wê girêda bûn, devên
wan band kiribûn û mala wan req û rût kiribûn.
A ev li paytexta Swêd, li Stockholmê dibe. Li Swêd êdî meriv
newêre ji gedê xwe ra erebeyek baş bikire.
Çete bi zor ji meriv distînin. Montên xortan, zarokan ên marqe jê dikin, solên marqe wan ji nigên wan derdixin.
Zengîn êdî newêrin li erebeyên biha siwar bin, ya jî dibê baş veşêrin.
Çaxa bi sedhezaran çete, diz, çequl û çuqûl li welatekî îllegal bigerin netîce ev e. Swêdî bûne qurbanên demokrasîya xwe û humanîzma xwe...
Bi texmîna min heger tedbîrên redaîkal neyên girtin hebûna swêdîyan wek milet di talûkê da ye.
80 sal berê di 7´ê gulana 1945´a da Almanya Nazî di Şerê
Cîhanê yê Duduya da şikest û telîm bû. Ji bo wê jî her sal 8´ê gulanê li
Ewrûpayê wek roja aştiyê tê pîroz kirin.
Îro li Ewrûpayê 80 salîya qedandina Şerê Cîhanê yê Duduya bi
merasimên mezin hat pîrozkirin.
Hîtlerek çû lê dawî li Hîtleran nehatiye. Li dinyayê hîn jî gelek Hîtler hene.
Tu ferqa Pûtîn û yên wek wî ji Hîtler tune ye, navên wan cihê ye. Qetlîamên nêzî
yên Hîtler îro li hemberî miletê me hîn tê meşandin.
Li Îranê meleyên faşîst her roj çend kesan bi darda dikin. Wê rojê 12 kes bi
hev ra îdam kirin.
Li Tirkkyê jî halê miletê me ne baş e, zulmeke mezin li ser milet heye, bi
hezaran însan di zindanan da ne.
XXX
Nîhayet dûmana sipî ya ev du roj in 1,4 mîlyar katolîk li bende bûn îro êvarî seet di 19.15´a da ji tifika(kuleka) Vatîkanê bilind bû, Papayê nû hat hilbijartin.
Navê Papayê nû Robert Prevost e û ewê navê Leoyê XIV mîn li
xwe ke.
Papa Robert Prevost 69 salî ye û ji Amerîkayê ye. Ev cara
pêşî ye kardînalekî amerîkî dibe Papa.
Hêvî dikim ev Papa jî wek yê berê ne dostê Pûtîn be û aktîftir be. Yê berê pir
pasîf bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar