Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di 4´ê mehê da(4/5-25) li Lozanê bi civîneke berfireh ava bû. Di bernameya xebatê ya Enstîtuyê da li Ewrûpayê avakirina Zanîngeheke Kurdî jî heye.
Li gorî beyanên berpirsiyarên Enstîtuyê salê tê li Almanyayê ewê zanîngeke
kurdî ava bikin.
Li Ewrûpayê avakirina zanîngehekê kurdî biryareke di cî da ye. Ev potansîyela kurdan heye, lê kurdan hetanî nuha bîr nebirine. Şikir wa ye hinekan bîr birin, biryar dan ava bikin.
Lê şikir wa ye hin kurd daketine qada xebatê û biryar dane pêşengîya vî karî bikin.Dibê hinek pêşengiya vê fikrê, vê hedefê bikin.
Êdî new ek berê ye, him li Ewrûpayê, him jî li Kurdistanê gelek alim û zanayên
kurd hene, akademîsyenên dostên kurdan hene.
Heger pêşeng hebin kesên alîkariyê bikin, kesên beşdarî vê xebatê bibin pir in.
Necat Zivingî yek ji pêşengên vê xebatê û berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ye.
Di nava vê xebatê da hebûna
kesên wek Necat Zivingî pir baş e. Ji bo vê xebata hêja ez wî û her kesê di
nava vê xebatê da nej i dil û can pîroz dikim, ji wan ra serketinê dixwazim.
Avabûna Enstîtuya Kurdî ya Lozanê dewleta tirk û gelek tirkên neyarên kurdan pir
nerehet kiriye û tirsandiye.
Rojnamevan û nivîskarê antî-kurd Yilmaz Ozdîlê tirk di kana telewîzyona SZC da
êrîşî Enstîtuya Kurdî ya Lozanê kiriye, gotiye tapûya Tirkiyê li Lozanê, li wê
salonê hat girtin.
Kurdên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ava kirine dixwazin vê
tapuya Tirkiyê betal bikin û Kurdistanê ava bikin.
Yanî neyarên me hewqasî zalim in tehamul nakin kurd enstîtuyekê, zanîngehekê
ava bikin. Dixwazin kurd tim nezan û cahil bimînin ji bo ku rehet bihelin bibin
tirk.
Lê
ew dewr êdî qediya, kurd bi xwe hesîyan e, zana û alimên kurd
pir bûne. Înşela
salê tê Zanîngeha Kurdî ewê ava bibe û xwendekarên
dest bi xwendinê û mastrên
xwe bikin.
Sipas ji bo avakarên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê. Mala we ava
be, bira pêşketin û serketin para we be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar