07 maj 2025

Dizan îro li zarokxanê ereba Arasê me dizîn


Dizan îro li zarokxanê ereba Arasê me(neviyê me) dizîn. Ez heneka nakim, bi rastî ev bêûjdanî, ev zalimî kirin. 

Feqîro hîn bi ser niga neketiye, bi çarpîyan dihere, bê erebe nabe. Dê û bavê wî bi erebê dibin zarokxanê û tînin.
Zaliman ereba wî dizîn. Heta jê ra erebake nuh bikirin ewê perîşan bibin.

Rojen got erebe wek psqilêtê qeyd kiribû, ronkayiya rojê qeyd birîne, erebe ji hewşa zarokxanê dizîne.

Ez û xanim pir li ber ketin, ji êvar da ye em qalê dikin, ji qahra li ser goştê xwe hûr dibin.

Rojenê feqîr 15 meh berê bi 16 hezar kronî, teqrîben 1700 dolarê amerîkî kirîbû. Erebake pir baş bû.

Swêd bûye cineta çeteyan û dizên dinyayê. Bi sedhezaran dizên qereçiyên balkanî, baltîkî, erebên Afrîqa Bakur Swêd wek mirîşkê dirûçikînin. 

Diziya li Swêd dibe li tu welatê Ewrûpayê nabe, di vî warî da Swêd yekem e.

Dizên Swêd kil ji çavan didizin, her tiştî didizin. Diziyên wer dikin aqilê meriv disekine. Du sal berê 150 kamerayên suretê, trawîqê, par 22 heb dizîbûn. Pûlis hew pê hesîya qamerayên çend riyên Swêd gişk hatine dizîn.

Qabloyên binê erdê, yên xeta tirênê derdixin dibin.
Li Swêd heykelên tûnc(bronz)nehîtine. Dêr û xanîyan banên wan sifir(baqir)nehîştine.
Salê bi hezaran motorên botan tên dizîn.

Bi hezaran erebe, bi dehhezaran piqilêt tên dizîn. Tekerên nuh(tekerlek) bi erebeyên xelkê va nehîştine. Yekî di telewîzyonê da got, ev sê car e her çar tekerên ereba min didizin.

Çend roj berê jinikekê di radyoyê da got, min keça xwe bir dibistanê, ez vegerîyam min dît ereba min li erdê ye, her çar tekerên wê di nava 15-20 deqeyî da jê derxistibûn.

Makîne û alet bi înşeatan ve nehîştin, salê bi mîlyaran makîneyên kar, hacetên înşiatan didizin. Ez qala diziya dikanan nakim. Ew jî pir e. Hin market goşt êdî vekirî nafroşin, kirine dolabên kilîtkirî, dibê meriv ban personal ke.

Diziya pez û dewêr tunebû, lê ew jî lê zêde kirine. Li Swêd pez bê şivan, dewar bê gavan diçêre.Gundî heywanên xwe bera mêrg û çayiran didin.

Mêrikan diherin erebeyên xwe dadigrin û dibin. Şerjê dikin, difroşin aşxaneyan.
Welhasilî kelam Swêd bûye merkeza, bihuşta dizan û çeteyên narkotîkayê.
Li welatekî wiha pir normal e ereba zarokan ji hewşa zarokxanê were dizîn.
Swêd êdî ne Swêda 40-50 sal berê ye, hêdî hêdî dibe wek welatekî Amerîka Latînî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar