07 maj 2025

Gelo hûn zanin ev çi ye û pê çi kar dihat kirin?


Gelo hûn zanin ev alata, ev sindoqa wek patozê xuya dike çi ye, pê çi kar tê kirin?

Bi texmîna min xortên nuha nizanin ev çi alet e, me, pêşiyên wan pê çi kar dikirin.

Ew makîne ji zûda ye bûye malê muzexaneyê. Hêvî dikim li muzexaneyeke Kurdistana Bakur hebe.

Ev makîna bulxur e. Me bi vê makînê bulxurê xwe dihêra. 

Heta 1980´ê jî li Wêranşarê her kesî bulxurê xwe li mal dihêra, zexîreya xwe ya salê dadanî.

Kesî nediçû bulxur ji çarşiyê nedikirî. Belkî li ser dikanan tunebû jî. Payiz demsala dano, derxistina ava firingîya, ava îsota û hişkirina kodikan bû. Her malê li gorî lazimîya xwe bahcan, îsot, firingî hişk dikir.

Her sal di mehên payizê da meriv danê xwe (genimê bibe bulxur, savar) dikeland, li ser xanîyan, li ser merş û paçan radixist. Piştî hişk, zuha dibû êdî dema hêranê bû.

Wexta danîyan kêf kêfa zarokan bû, zarok diçûn ber sîtilên danû, pîrekan danû li me belav dikirin. Peçandina danû ji bo me kêfeke mezin bû.

Xwediyê makîna bulxurhêranê mehel bi mehel digeriya û bulxur dihêra.

Dema digerîya, ji bo ku jin pê bihesin bi dengê bilind digot”makîna bulxur, makîna bulxur…!”
Mal diketin dorê. Bulxurê malekê diqediya, diçû maleka din, bulxurê wan dihêra.

Heger hewce bûya cîranan alîkariya hev dikirin, bulxurê hêrayî bi hev ra bêjing dikirin, ji hev digirtin û dikirin torbe û kîsên cihê.

Ez ne şaş bim bulxur bi du, sê şiklî, gir û hûr dihat hêran. Xwediyê makînê kanîbû gir û hûr bihêra.

Pîrekan dûra bulxurê xwe li bêjingên gir û hûr dixistin, bulxur, sindik, hêrayî, qîme, hûrik ji hev digirtin. Belkî hin navên din jî hebin nayê bîra min.

Nuha li Kurdistanê xelk bulxurê xwe çawa dihêre ez nizanim. Di dema min da makîna bulxur ev alet bû, me bi viya bulxurê xwe dihêra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar