Pelîn Batu xanimeke tirk e, akademîsyen e, nivîskar e, dîrokzan
e, artîst e. Yanî ne jineke cahil e, yeka têra xwe xwedî huner û zana ye. Haya wê ji dinyayê, ji fikir û îdeolojiyan heye.
Pelîn Batu esas bi eslê xwe ne tirk e, bûlgar û mekadon tevhev e. Ji Bûlgarîstanê koçî tirkiyê kirine. Bavê wê Înal Batu dîplomatekî tirk bû. Pelîn Batu xwe tirk dihesibîne, nahesibîne ez nizanim. Lê wek tirk tê qebûlkirin.
A ev Pelîn Batu xanim femînîsteka pir radîkal e jî. Li ser femînîzmê gotiye:
”Ez lawê xwe tam wek femînîstekî perwerde dikim. Ji min ra
got: ”Di sinifê da keçikek heye, li me gişkan dixe.”
Di dilê xwe xwe da min got eferim. Min got, ew keçik heger li te jî xîne ruyê
xwe biguherîne.”
Li Tirkiye femînîzim ji alî hin kesan va şaş hatiye fêmkirin. Li Ewrûpayê jî
femînîstên wek Pelîn Batuyê pir in, ew jî dixwazin zarokên law fêrî bindestiye
keçikan bikin. Nahêlin zarokên lawik bi lîstokên lawik jê hez dikin bilîzin, wan mecbûrî lîstika lîstokên keçikan dikin.
Femînîzim îdeolojîyeke, ne neyartiya mêra ye, ne îdeolojîya dibê jin li mêran
xin, heqaretê li wan bikin.
Femînîzim wekheviya jin û mêr diparêze, wek heviya heq û huqûqa herdu cinsan diparêze, ne ku bira mêr bibin mirîşk û jin jî
bibin dîkên wan û li wan siwar bin.
Çawa ku şîdeta mêr a li hemberî jinê ne rast e, dibê meriv li dij rabe, şîdeta jinê
jî li hemberî mêr ne rast e.
XXX
Hîtler heyranê Ataturk bû, ew wek rêberê xwe didît.
Rojnameya Mîllîyetê di ”16´ê temuza 1933´a da gotiye:
”Beyanata M. Hîtler a ji rojnameya Milliyetê ra.
Serokwezîrê alman dibêje:
-Yê li Tirkiyê hate dinê û sitêrka dibriqe, riya emê taqîb
bikin nîşanî me da.”
Yanî Hîtler, Mistefa Kemal wek rêberê xwe dibîne.
Serok û berpirsên AKP´ê, CHP´ê û partiyên din giş li dijî
Hîtler in, lê giş jî kemalîst in, her sal diçin ser gorra Ataturkên xwe, jê ra
sujde dibin.
Li dijî Hîtler in, naletê li Hîtler dibarînin, lê Ataturkê
Hîtler wî wek rêberê xwe dibîne didin ser serê xwe, bi qanûnan ew kirine pûtekî
bêemsal.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar