06 maj 2025

Dema aqil par bû qey ji me gelek kes dereng man

DEM Partiyê li Wanê ji bo Sirri Sureyya Onder şîn danîye. Li Diyarbekrê jî eynî tişt kirine.
Belkî li hin bajarên Kurdistanê ên din jî kiribin.

Bi baweriya min tiştê dikin ne li rê ye, derî adet û kultura me ye, şelafiya ji tirkan ra ye.
Sirri Sureyya Onder ne ji Wanê ye, ne parlamenterê Wanê û Diyarbekrê ye ji bo çi li Wanê, li Diyarbekrê kurdê şînê wî li dar xin û xelkê here sersaxîya wan?

Li merkeza DEM partiyê rojekê, du rojan serdanên tazîyê qebûl bikin maqûl e.
Lê li Wanê jinên kurd fena ku ferdên malbata Sirri Sureyya Onder bin şîna wî bikin, zîyaretên sersaxiyê qebûl bikin tiştekî ne li rê ye.
Hin abûqatên Baroya Wanê jî çûne şîna Sirri Sureyya Onder, komek jinên kitansipîsî jî wek Onder miriyê wan be ketine rêzê û zîyaretan qebûl dikin.
Meriv matmayî dimîne…
Nizanim çi bibêjim ?

Sirri Sureyya Onder ji Semsûrê ye, bira malbata wî li Semsûrê şîna wî li dar xîne.
Onder parlamenterê Stenbolê ye, bira partiya wî li herêma lê hatiye hilbijartin jê ra tiştekî bike.
Lê çima li Wanê jinên kurd ewê şîna Onder li dar xînin û zîyaretên sersaxiyê qebûl bikin?
Meriv bi mirina dostekî xwe kane xemgîn bibe, lê meriv şîna wî li dar naxîne. Tiştekî wiha ne rast e, kêmaqilî ye.
Kurdên me jî zêde totikvala ne, li pelekî nexwendî digerin, kî xal e, ew heval in, hema bi her kesî ra hol dibin...

Camêrek li dijî vê nivîsa min derketiye, gotiye tu çima êrîşî vî dostê kurdan dikî. Nivîs fêm nekiriye, ya jî nizane bixwîne. Min ev bersîv dayê:

Ma qey kîjan dostê kurdan, kîjan parlamenterê DEM´ê, bimre kurd ewê li bajarên xwe şîna wan deynin?
Gava dostekî meriv dimre meriv şîna wî li mala xwe danîne, meriv diçe mala wî sersaxiyê.
Malabata kesê mirî kesên şîna miriyê xwe datîne, kesên xerîb viya nake.
DEM´ê li merkeza xwe kir maqûl e.
Lê bajarên din danîna şîna Onder şaş e, li derî kultur adetên kultura kurda ye.
Tu têkiliya Sirri Sureyya Onder bi Wanê ra tuneye.
Çima jinên wanî ewê şîna Sirri Sureyya Onder li Wanê deynin û zîyaretên sersaxiyê qebûl bikin?
Heta nuha adeteke wiha min ne dîtiye, ne jî bihîstiye.
Her kes ji bo miriyê xwe digrî û şîna miriyê xwe dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar