06 maj 2025

Ez ji serokên PDK´ê û YNK´ê dipirsim: Hûn li ser çi li hev nakin, çima hûn hukûmetê ava nakin?

Piştî çend car taloqkirin, di 20´ê cotmeha 2024´a da li Kurdistana Başûr hilbijartina parlamentoyê çêbû.
7 meh di ser hilbijartinê ra derbas bûye lê hîn jî ne meclîs kom bûye, ne jî hukûmetek ava bûya. 

Serokên PDK´ê û YNK´ê tim dibêjin îro, sibe emê mizgîneke xêrê bidin we lê ne rast e, milet dixapînin, wer xuya dike hukûmetê çênebe.
Nabêjin ji bo çi, li ser çi li hev nakin, problem çi ye?

Ji bo çênebûna koalîsyonê, avanebûna hukûmetê du sebeb kanin hebin. Ji sebeban yek, lihevnekirina li ser serokwezîr û wezîran e. Sebebekî din jî li ser programa hukûmetê ye.
Ez ji Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî û Qubad Talabanî dipirsim:
-Hûn li ser çi li hev nakin?
-Gelş û problema nabêna we çi ye?
-Hûn li ser çi ketine gewrîya hev, 7 mehe çima hûn hukûmetê ava nakin?
-PDK, YNK, kî çi dixwaze, kî çi qebûl nake?
Dibê hûn ji xelkê ra, ji însanên ray dane we ra bibêjin ji bo çi hûn li hev nakin, çima hukûmetê ava nakin?
Nabe hûn tim bibêjin, îro sibe û rastiyê ji milet veşêrin. Xelkê ray da we ji bo ku hûn herin meclîsa mahkima Îraqê lewx kiriye vekin û hukûmeta xwe ava bikin.
Avanekirina hukûmetê, dirêjkirina vê proseyê bêhurmetîya li hemberî miletê kurd û kesên ray dane we.
Xelkê ray da we ji bo ku hûn herin meclîsê vekin, ji miletê xwe ra karekî bikin.
Qey hilbijartina we kir tîyatro bû, qey ji bo xapandinê bû?
Hûn mecbûr in ji xelkê ra sebebê avanekirina hukûmetê bibêjin.
Bibêjin çima, ji bo çi, li ser çi hûn serokên PDK´ê û YNK´ê li hev nakin?
Dibê rojnamevanek here van pirsan ji Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî û Qubad Talabanî bike.
Ma ne karê rojnamevanan ev e, bi dû probleman kevin û milet agahdar bikin. Rojnamevanek çima naçe ji serokên PDK´ê û YNK´ê sebebên çênekirina hukûmetê napirse?

XXX

Necat Zanyar li ser Enstîtuya Kurdî ya Lozanê agahiyên muhîmdide.

Ji serok û birêvebirên vê dezga netewî ra serketinê dixwazim.

Ewê tiştên baş bibin

XXX

Facebookê îro ev roja min a xweş anîye bîra min. Gotiye salek berê, di 5´ê gulanê da tu li Mêrdînê, di nav komek dost û hevalên xwe da bû. Rojeke pir xweş bû, zû derbas bû, lê di jiyana min da bû bîranîneke pir xweş û şîrîn.
Tarîx 4´ê gulanê ye, lê min di 5´ê mehê da parve kiriye. 2025-05-05

Min ji Mêrdînê pir hez kir. Mêrdîn bûye bajarê turîstan, bûye Parîs, Florens, Barselona. Bajarekî dibê meriv bibîne û têr lê bigere. Ji turîstan meriv nikane gava xwe bavêje. Piraniya wan jî tirk in. Wahdet xanim me baş digerîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar