05 maj 2025

Xwezî di mesela kurdî da her kurd xwedîyê vê prensîbê bûya

Ez îro di Facebookê da rastî dîyalogeke pir xweş hatim, dixwazim bi bi vê nivîsa xwe bi we ra jî parve bikim.
Xoretekî bi navê Haydar Karaca di Facebokê da ji Songul Yurdakul xanimê xwestiye ew tirkîya parvekirinên xwe yên kurdî jî pê ra par ve bike. Yanî bi her nivîsa kurdî ra tercumeya tirkî jî par ve bike.
Camêr gotiye çimkî, ”yên kurdî nizanin hene. Mesela ez kurdî nizanim. Heger tu tercumeya parvekirinên xwe yê kurdî bi tirkî jî par ve bikî qenekê emê jî bizanibin tu çi dinivîsînî.”

Songul Yurdakul xanimê bersîveke pir xweş da, pedagojîk daye xort, gotiye:
”Na nabe Haydarê ezîz ! Tu ne yekî dûr î êşa miletê xwe yî. Lê tu dûr î zimanê xwe yî. Tu ciwanekî biaqil î. Heger tu enejîya xwe hinekî bidî fêrbûna zimanê  xwe, tu yê lezetekê ji nivîsîna bi zimanê xwe bigirî. Tu yê bikanibî viya bikî.”

Ez hêvî dikim ev bersîva Songul xanimê tesîreke pozîtîf li Haydar Karaca kiribe û êdî dest bi fêrbûna zimanê xwe bike.
Bersîva Songul xanimê daye bersîveke pedagojîk e, polîtîk e û pir jî xweş e.
Him bi kibarî, bi zimanekî maqûl daxwaza lêwik şaş dîtiye, gotiye tiştekî wiha ne rast e, ez nakim, him jî pesnê wî daye û barek daye ser milê wî. Gotiye wek kurdekî dibê tu zimanê xwe bizanibî, heger tu bixwazî, tu xortekî jîr î, tu kanî fêr bibî.

Dibê her kurd wek Songul Yurdakul xanimê di mesela kurdî da bêtawîz be, ji bo xatirê kesên kurdînezan bi tirkî nenivîsîne. 45 sal e ji bo ku çend kes zêde nivîsên min bixwînin min tawîz nedaye û nadim jî.
Yên kurdî nizanin bira fêr bibin. Ya din Googel tercume dike, gelek îmkanên tercumekirinê hene yê bixwaze kane tercume bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar