Axxx û hewar ji derdê vê Rûdawê.
Carnan di Rûdawê da ez rastî hin gotinên pir şaş,
pir ecêb têm, nikanim bêdeng bimînim.
Çimkî ev ziman yê min e jî. Gava medyake
kurdî li ber çavê min kurmancî dike porê dînan bi min zor tê. Nikanim xwe ragirim.
Min gelek caran zimanê Rûdawê rexne kiriye, lê pere nake. Bira ew guh nedin rexneyan, xwendevan dibînin. Ji bo min ew muhîmtir in. Dibê xwendevan bibînin tiştê Rûdawê nivîsîye şaş e, kurmancîyeke naylon e, xerabe ye.
Hin nûçegîhanên(muxabirên)Rûdawê carna gotinên pir ecêb
çêdikin. Tiştê dinivîsin tê fêmkirin, nayê fêmkirin qet ne xema wan e. Ji bo wan
ya muhîm gotineke nuh çêkin. Bi vî karê xwe pir bextewar dibin. Fena ku keşfek,
îcadeke nuh kiribin.
Lê ne were ye, bi çêkirina van gotinên tewşomewşo zirarê didin kurmancî. Dibê
meriv bi mesûlîyet binivîsîne.
Di xeberekê da gotine:
-Parlamenterê berê yê Almanyayê David Miller gotiye, “Ez bawer dikim ku li
Kurdistanê azadiya perestinê heye, lê ev ne azadiya olî ye.”
Cara pêşî ye peyva ”perestinê” dibihîzim. ”Perestin” îbadet bûye. Azadiya
perestinê jî azadiya îbadetê bûye.
Bêyî kesê ev xeber nivîsîye kî zane ”azadîya perestinê” çi ye?
Îbadet çawa dibe perestin?
Redaktorê Rûdawê çawa destûrê dide pêkenînên wiha ez fêm nakim.
Numûneyeke din ji peyvên naylon:
”Birêvebiriya Trump xerciyên parastinê ji sedî 13 zêde dike.”
Di vir da ”xercî” şaş e, "xercî" ne mesref e. Meriv kane bibêje, xercê parastinê ji sedî 13 zêde
dike.
Xerc û xercî du navdêrên cihê ne. Xerc, mesref e, xercî ne mesref e,
alîkariyeke.
Ji bo zêdekirina butçeya leşkerî, zêdekirina mesrefên parastinê bikaranîna gotina ”xercî”
şaş e, dibê ya mesref be, ya jî xerx be.
Ji xercî ra bi tirkî dibêjin ”harçlik”, yanî meriv hinek pere, çend qurişa dixe
bêrîka yekî. Meriv xercî dide zarokekî. Dibêjin min xercîyê wî dayê.
Ji dêlî ”xercî” meriv kane bibêje xercên parastinê ji sedî 13 zêde dike. Yanî
mesrefên leşkerî zêde dikin.
Do xebereke îro da dibêje "hatibû angaştkirin ku..."
"Angaşt" çi ye ez nizanim. Ez bawer nakim ji dehhezarî yekê kurdan jî bizanibe "angaşt" çi ye?
Nûçegîhan kane yekî nezan be, ya jî yekî bîrnebir be, gotinên wiha berradayî
çêke. Dibê redaktorek zimanê nûçeyan kontrol bike.
Lê kî zane, belkî yê kontrol dike bi xwe van gotinan çêdike ?!
Yanî ew îhtîmal jî heye…
XXX
Ez ji vê sitrana Seîd Yûsif hez dikim. Gelek sitranên wî yên
xweş hene, ev jî yek jiwan e. Çendake di berra lê gudarî dikim
-Min dilek girt û min dilek berda
Dilê min bûye kanîya kul û derda
Te soz dida min, te ez xapandim
Te ez xapandim, nizam bû cara çenda
Nizanim bû cara çenda
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar