Hejarê Şamilê hêja, do di malpera xwe ya Facebookê da ji vîdeoyeke civata komek jinên kurdên Qazaxistanê parve kiriye. Vîdeoyeke pir xweş e, pir manîdar e.
Vîdeo ya arşîva Medya TV, Kurd Archive, di Youtubê da heye.
Çend jinên kurdên Qazaxistanê li hev civîyan e bi hesret û kesereke mezin, bi dilşewatî hestên xwe yên netewî, derdê koçberiyê, bêdewletiyê didin der, bi hesreteke mezin qala avabûna Kurdistanê dikin. Dixwazin kurdên her çar perçan rojekê bigihîjin hev, serên xwe bidin ser hev.
Kurmancîya wan wek gezo şîrn e. Kincên wan wek tevneke rengîn e, pir orjînal in, meriv ji temaşakirina wan têr nabe.
Daxwaza dilên wan, hestên wan, xem û xeyalên wan ên rizgarkirina Kurdistanê, çêbûna dewleteke kurdî ji kûrahiya dilê wan tê, wek şşîr, wek berfa ser qotê Çiyayê Araratê pak e, xalis e.
Di dawiya vîdeoyê da govend jî heye.
Zêdeyî sed salî ye ji welatê xwe, ji qewmê xwe dûr in, di nava Qazaxan da dijîn, lê nehelîyan e, asîmîle nebûne. Kurmancîya xwe ji bîr nekirine.
Wek jinên Kurdistana Bakur asîmîle nebûne, dev ji kultura xwe bernedane, kincên xwe, girêdana xwe ya kurdî, kofiyên serên xwe parastina.
Tiştekî din ê balkêş giş jî zanin bistirên, kilamên wan li ser şerê şervanên kurd û Kurdistanê ne.
Bi dilşewatî li ser şerê gerrîlla, li ser xerîbiyê,
mahciriyê, dûriya ji Kurdistanê dilorînin. Ji wan yek dibêje du lawên wê çûne
çiyê, ji bo ku welatê xwe bistînin.
Bi kinî parvekirineke pir xweş e, dîmenekî li ser tarîxa kurdên Qazaxistanê ye.
Min zewq lê temaşe kir û pir jê hez kir.
Sipas ji bo vê parvekirina kekê Hejarê Şamil.
Li gorî kekê Şamîl nivîsîye, gundê
Kaskabulaq herêma Cambûlê û herêma Çîmkent komara Qazaxistanê ye. Sal 1990,
dibe ku 1998 be.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar