Di şert û mercên herî xerab da, herî zor da, di nava şer da jî kurd tarîxeke meriv pê serbilind dibe dinivîsîn.
Li Zanîngeha Kobanê beşê bijşîkiyê û mastirê jî vedibe. Sed carî pîroz be !
Neyarên me zanin roja kurd serbixwe bibin di nava 20-30 salî da
ewê wan derbas kin, ewê harîqeyên mezin çêkin.
Lema jî heta ji neyarên me tê dixwazin serxwebûna kurdan, çêbûna Kurdistanê bi derengî xînin, nehêlin zû çêbibe.
Kelema herî mezin, hêza herî talûke û êrîşkar li hemberî
azadî û serxwebûna me Tirkiye ye. Hersê dagirkerên din bi qasî ji sedî dehê
Tirkiyê jî li pêş serxwebûna me ne êrîşkar û ne asteng in.
Tirk bela xwe ji me vekin Kurdistana
serbixwe di demeke kin da çêdibe.
XXX
Ji berê da ye birêvebirên Tirkiye dixwazin Qibrisê bikin bajarekî Tirkiyê.
Jixwe ji bo wê dagir kirin.
Nuha Kurdistana Rojava û Sûrîye jî li vê hedefa xwe zêde
kirine. Nuha di programa tirkan da dagirkirina Sûriyê û Kurdistana Rojava jî
heye. Vê pilana xwe gav bi gav bi cî tînin. Dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê
destpêka vê hedefa wan e...
XXX
Ev nivîsa dostê minê hêja abûqat Veysel Vesek vê carê li ser
elfabeyên kurdî yên Tirkiyê qedexe kirine. Ji bo ku kurd bi elfabeya latînî
nenivîsin elfabe li Tirkiyê qedexe kirine.
Nivîseke pir muhîm e. Bixwînin, bibînin bê dewleta tirk
çiqasî neyarê miletê kurd e. Tehamulî kovareka kurdî nekirine, xwestine kurd
elfabeya latînî fêr nebin. Lema li Tirkiyê qedexe kirine.
Meriv tarîxa xwe, kirinên neyarê xwe bizanibe baş e. Sipas
ji bo van nivîsên hêja.
XXX
Veysel Vesekê hêja li ser Tirkiye çawa li her derê tim li pekurdan e nivîseke pir muhîm nivîsîye.
Konsulê Tirkiyê yê Bêrûdê di sala 1944´a da ji Lubnanê
xwestiye kovara Roja Nû qedexe bikin.
Rêveberiya Libnanê telefonî konsul kiriye, gotiye bi
talîmatekê me berpirsiyarê rojnamê hişyar kiriye dibê nivîsê bi vî awayî çap
neke.
Nivîseke muhîm e, hêjayî xwendinê ye.
Ev taqîbata Tirkiyê îro jî berdewam e. Îro jî îstîxbarat û
ajanên wan wek segên narkotîkayê li her dera dinyayê gav û saetê li dû kurdan
in û wer rapor dikin.
XXX
Parlementerê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmralîyê Sirri
Sureyya Onder îro li Nexweşxana Florence Nightingaleyê ya Stenbolê wefat
kir.Tuxtoran digotin rewşa wî kirîtîk e. Hîn ciwan bû, zû çû. Jiyan wiha ye,
hinek zû xatir dixwazin, hinek dereng.
Serê malbatê û hezkiriyên wî sax be.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar