03 maj 2025

Çima ne loqimê kurdî ?


Xanimeka bi navê Leyla Kurt 4 sal berê li Diyarbekrê dest bi çêkirina loqim kiriye. Ez do di Rûdawê da rastî xebera wê hatim.

Ji ber ku Leyla Kurt xanim bi tesadufî ketîye vî karî, bûye hosta loqimçêkirinê, navê loqimê xwe jî kiriye ”Mûcîze Lokum/Turk Lokumu”, yanî Loqimê Mûcîze yê Tirk”.
"Mûcîze Lqim" navekî xweş e, lê li ser qutîyên loqim logoya "Turk Lokumu" jî heye. 
Dinya jî xera bibe tirkek navê loqimê xwe nake ”kurd lokumu/loqimê kurdî”. Lê kurdeka amedî, li Amedê navê loqimê xwe dike ”Mûcîze Lokum/Turk Lokumu”!

Xanim mehê 4 ton loqim difroşe. Donzde(12)babet loqim çêdike.
Bêyî Diyarbekrê bikirên(mişteriyên)wê li Silîva, Batmanê, Mêrdînê û li Stenbolê jî hene. Karê xwe roj bi roj berfirehtir dike.
Yanî karê wê baş diçe, loqimê meşhûr bûye. Jê ra serketinê dixwazim.
Heta salên 1980-90´î li Kurdistanê jin nedixebitîn,nedibûn esnaf, di tîcaretê da tunebûn. Tenê jinên xwenda dibûn mahmûr.
Nuha jin jî êdî wek mêran dixebitin, dikanan vedikin, dibin xwedî karxane.
Ev pêşketine baş e. Civat pir hat guhertin. Êdî xebata jinan şerm nayê dîtin.
Nûçegîhanê(mixabirê) Rûdawê Abdulselam Akincî li kargeha loqim lê çêdibe bi Leyla Kurt xanimê ra hevpeyvînek kiriye. Hevpeyneke xweş e. Xanimê qala serpêhatiya karê xwe kiriye.
Di dema hevpeyvînê da logoya qutîkên(pakêtên) loqim tê da difroşin bala min kişand. Li ser pakêtan navê ”Turk Lokumu” bala min kişand.
Yên loqim çêdikin kurd in, yên dikirin kurd in, bajarê lê çêdibe bajerekî kurda ye, lê Leyla Kurt xanimê û malbata wê dîsa navê loqimê xwe kirine ”Turk Lokumu”!
Çima ne ”Loqumê Kurdî”, ya jî ”Loqumê Amedê” ?
Ya jî çima ne navekî kurdî, ya jî kurdan bîne bîra meriv?
Çimkî tu têkiliya tirkan bi loqimê xanim çêdike tune ye.
Ma ”Mûcîze Lokum/Loqimê Mûcîze” têrê nedikir?
Çima navê ”Turk Lokumu” jî li ser qutîyan nivîsîne?
Ev nav lê kirine, çimkî xwe û tirkan wek du miletên cihê nabînin.
Em kurd in, ew tirk in, ji bo wê jî navê loqimê me jî dibê ne ”Turk Lokumu” be. Ev şiûr bi kurdan ra tune ye, pir kêm însan bîra vê yekê dibin.
Bi piraniya kurdan ra şiûrê netewî hema hema sifir e.Erê kurd e, nikane eslê xwe înkar bike, lê di praktîkê da, di jiyanê da xwe ji tirkan cihê nabîne.
Kurdbûna xwe, cihêbûna xwe ya ji tirkan di ruhê xwe da, di mejiyê xwe da his nake, di jiyana rojane da li gorî vê hereket nake.
Siyasetê dike, doza kurdîtiyê dike, di partiyeke kurdan da ye, lê navekî tirkî li dikana xwe, li aşxana xwe, li pastexana xwe dike; navê loqimê xwe dike ”Turk Lokumu”!
Kurd in, loqimê xwe li Amedê çêdikin, lê dîsa jî dibêjin ”Turk Lokumu”!
Ne ew bîr dibe çima ev nav lê kiriye, ne jî kes jê ra dibêje, çima te ev nav lê kiriye?
Bi salan di zindanê maye, îşkence dîtiye, lawê wî, keça wî şehîd ketiye, gava devê wî vebe kurtçîyekî temam e, lê tu carî bîr nabe navekî tirkî li dikane xwe, li marketa xwe, li berhema xwe neke.
Jin, mêr ferq nake, ji sedî 99,9´ê navên dikanan, tabeleyên bajarên Kurdistanê gişk bi tirkî ne.
Kurdê xwedêgiravî herî zana jî bîr nabe navê tirkî li dikana xwe neke.
Ev çar sal in ew jinik bi navê ”Turk Lokumu” li Diyarbekrê loqim difroşe. Em bibêjin wê xanimê bîr nebir navê loqimê xwe kir ”Turk Lokumu”.
Ez bawer nakim heta nuha yek kesî jê ra gotibe, çima navê loqimê te ”Turk Lokumu” ye?
Ma ”mûcîze loqim” ne bes e?
Ya jî çima ne navekî kurdî?
Heger çend kesan, sed kesî navê ”Turk Lokumu” rexne bikira, ewê ew nav biguhertana, navekî din lêkirina.
Bi piraniya însanên me ra şiûra kurdayetiyê tune ye, bîyolojîk kurd e, lê hestên kurdayetiyê, şiûra netewî, nasyonalîzma kurdî pê ra tune ye, di dereceya sifirê da ye.

Helbet ne her kes, lê piraniya însanên me wiha ne. Gerreke li bajarên Kurdistanê, temaşekirina li logo û tabeleyan vê yekê xweş nîşan dide.

Tirkê herî nezan, herî cahil, herî apolîtîk jî navê loqimê xwe nake ”Kurd Lokumu”. Navekî kurdî li mekanê xwe nake.
Tirk li ku dera dinyayê aşxaneyekê, pastexaneyekê,dikanekê vekin navekî tirkî lê dikin, ya jî bi hawakî didin xuyakirin ew der ya tirkekî ye. Li ba kurdên Kurdistana Bakur ev şiûr di binê sifirê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar