Du cîran hebûn. Malek bêdeng bû. Ji malekê jî tim qîre qîr û dengê şer û pevçûnê dihat.
Li mala din bêdengî hakim bû, dengê şer û pevçûnê nedihat bihîstin.
Rojekê jinik û peyê xwe(mêrê xwe) dîsa ketibûn gewrîya hev, dîsa bi ser hev da
diqîriyan. Jinikê ji mêrik ra got:
-Ezê pirsekê ji te bikim. Ma te ji mala cîranê me rojekê qet dengê şer û
pevçûnê bihîstiye?
Jinikê got:
-Wê demê here bibîne bê çawa dijîn. Çima bêdeng in, çima şer nakin?
Mêrik çû xwe di binê paca wan da veşart û li wan guhdarî û temaşe kir.
Li malê her yek ji xwe ra bi karekî mijûl bû. Jinikê li mitpaxê xwarin çêdikir.
Mêrik jî ser masa xwe pak dikir, kitêb û kaxet maxetên li ser masê ji hev digirtin, dixistin dûzanê.
Dengê zîla telefonê hat. Mêrik bi derbekê da ji ciyê xwe hol bû, baz da odê, ji bo ku bersîvê bide telefonê. Di vê telaşê da li vazoyekê qelibî, vazo ket erdê, şikiya. Vazoya malê ya herî xweşik bû. Mêrik pir li ber ket, kir ax wax. Dest bi topkirina perçeyên li odê belav bûbûn kir.
Xanima wî jî ji mitbaxê baz da hat, wê jî alîkariya wî kir, perçên vazoyê top kir.
Mêrik got:
-Şîrîna min, min efû bike. Min baz da ji bo ku bersîva telefonê bidim, li vazoyê
qelibîm.
Jinikê got:
-Tişt nabe delalê min, sûc ê min e. Min vazo danîbû ciyekî şaş, dibê min danîba
ciyekî din.
Mêrik got:
-Na, sûcê min e, dibê min dîqet bikira…
Herdu kenîyan, dest di hustuyê hev ra bibirin, hevdu maç kirin. Perçên vazoyê
bi hev ra top kirin, erd şirt kirin û dîsa vegerîyan ser karên xwe.
Mêrik vegerîya malê. Xanima wî jê pirsî:
-Tu sirrê mala bêdeng fêr bû?
Mêrk got:
-Erê, ez fêr bûm. Li mala wan herdu serî jî şaşiyên xwe qebûl dikin. Di mala me
da tu carî kes kêmasî û şaşiya xwe qebûl nake, em herdu jî hertim bi heq in.
Ev çîrok teswîra halê me ye. Mala şer û pevçûn jê kêm nedibû mal kurda ye. Ji
me tu serok, tu partî tu carî kêmasî û şaşiya xwe qebûl nake, her kes tim bi heq e,
kes ne neheq e. Ji bo wê jî em bêtifaq in, tim bi şer û nîfaq in.
Mala rik û bahsê rojekê wê rake tûrê parsê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar