01 maj 2025

Merivê cahil zû hol dibe !

Gava kurdek di medyaya sosyal da li ser tarîxa kurdan, li ser edebîyata kurdan belgeyeke kevn, nivîseke seyahekî, dîrokzanekî parve dike hin tirkên cahil har dibin, di cî da dest bi êrîşê û qurretiyê dikin.

Merivê cahil him cesûr e, him jî kustah e, pozbilind e. Ji ber ku cahil e pir ji xwe razî ye.

Ne mimkûn e meriv cahilekî, tew di ser da ew kes jî irqçî be jî, bi belge û wesîqeyên tarîxî îqna bike.

Tirkên cahil ji bo ku di ser da jî irqçî, antî kurd in, lema jî li ser kurdan tiştên virên wan, irqçîtiya wan pûç dikin bibihîzin. 

Mejuyên wan bi derewên li dijî kurdan program kirine, naxwazin wê programa antî kurd xera bikin.
Çerxa dagirkeran ji ber bêaqiliya cahilan xweş digere, kursîya wan tim saxlem e.
Ji bo wê jî dagirkerên welatê me nahêlin tirk şiyar bibin. Keriyê cahilan pişta wan qewî dike, dolaba wan baş digerîne.
Cahiliyê zirareke mezin daye me kurdan jî. 

Hin kesên cahil bi dereweke, bi gotineke ne rast di heqê şexsekî da di medyaya sosyal da hatiye belavkirin di cî da wek hespên fahl radibin pêdarê û êrîşî xelkê dikin, gotinên giran ji kesê ham û tam ra dibêjin.

Ji ber ku cahil in hewce nabînin bibêjin gelo vî camêrî bi rastî tiştekî wiha gotiye ya na, çavkanîya îdîayê qet meraq nakin, napirsin.

Derewa li ser navê yekî hatiye belavkirin bêyî ku lê têkevin şikê, bêyî ku bizanibin tiştê li ser navê wî kesî tê gotoin rast e, ne rast e ew jî belav dikin û ew jî dest bi êrîşê dikin. Û radipelikin ruyê xelkê.

Xwedêgiravî Îsmaîl Beşîkçî piştî konferansa Qamîşloyê gotiye, ”Ne nerast e PKK kongreya netewî bixwaze. Çimkî hîn ala Kurdistanê nas nake.”

Îsmaîl ev gotin kînga gotiye, li ku gotiye ne dîyar e. Lînk, çavkanî tune ye. Tenê rismekî wî lêxistine û gotine Îsmaîl Beşîkî li dijî yekîtiya kurda ye, naxwaze kurd kongreyeke netewî çêkin.

Ez bi xwe nizanim Beşêkçêî bi rastî tiştekî wiha gotiye ya na. Ez lê gerîyam min çavkanî nedît.

Ya din jî bi vê gotinê Beşîkçî li dijî kongreya netewî dernakeve. Lê dîsa jî meriv kane raxne bike. Bes heqaret, wek xêrnexwazekî kurdan bi navkirin ne rast e, ne xweş e.

Cehalet însên dike murîd, dike kole û pêlîstoka destê merivên nêtxerab.
Ma heger ne cehalet be, ne bêxîretî be meriv çawa dibe hevalê dagirkerên welatê xwe, ji bo wan dijminatiya birayên xwe, welatparêzên qewmê xwe dike !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar