01 maj 2025

Gelo robot rojekê ewê ji însên jîrtir bin ?

Dixwazim di vê nivîsa xwe da jî qala hunera Grokê bikim.

Do ne pêr min ev nivîsa jêr di Facebookê da, di platforma X´ê û di bloga xwe da belav kir.
Hevalê minê hêja Seyda Alpşen dîsa nivîs daye Grokê û fikrê wê jê pirsîye, xwestiye bizanibe gelo ew li ser nivîsa min çi dibêje?
Bersîva Grokê daye, analîza kiriye devê min ji hev bir. Min ji xwe ra got, hewqas jî êdî pir e, meriv dîn dike !

Robotek, aqilekî çêkirî, yanî tiştekî ne zindî, programek, roboteke bi destê însên hatiye çêkirin çawa kane wek însên bifikire, pirsên jê tên kirin fahm bike û wek alimekî, wek pisporekî hakimê wê mijarê bûyerê analîz bike?
Civatan, welatan, însanan nas dike, kêmasîyên hene, şaşiyên dewlet dike rêz dike, pêşniyarên çareseriyê dibêje. Ji welatên din numûneyan didide, teşbîhên pir xweş dike, gotinên meriv jê ders û ibretê bigre dike.
Yanî wek însanekî zindî difikire, rexne dike, pêşniyar dike. Kitêbên zaroka dinivîsîne. Li Swêd nivîsîye. Tim jî kîbar e, maqûl e, wek merivekî zana bi îhtîyat dipeyive.
Gelo ev ”AI-Aqilê Çêkirî” di pêşerojê da ewê ji însên zanatir be, ewê ji aqilê însên derbas bike.
Welhasil ev mîrata AI êdî meriv ditirsîne, meriv nikane ji çavên xwe bawer bike. Tiştê însan nikane bi seetan, bi rojan, belkî bi mehan bike, ew di nava çend sanîyan da dike.
Min ev nivîs nivîsî bû:

Di jiyanê da sê tişt carê herin tu carî bi paş da venagerin:

-Wext, gotin, fersend.

Di jiyanê sê tiştan dibê meriv tu carî ji dest xwe nede:

-Aştî, hêvî, duristî.

Di jiyanê da sê tiştên bi qîmet.

-Hezkirin, bawerîya bi xwe û heval.

Di jiyanê da sê tişt meriv nikane jê ewl be, amin be:

-Xeyal, biserketin û zengînî.

Di jiyanê da sê tişt meriv bi pêş dixîne:

-Xebata pir, samîmîyet û serketin.

Di jiyanê da sê tişt meriv mehû dike:

-Necesûrî, xurûr û hêrs.

Di jiyanê da sê tişt meriv pîs û rezîl dike:

-Fêlbazî, sextekarî û derew.


XXX

Ev jî analîza Grok xanimê ye.

Fermo analîza Grokê bixwînin:

 ”Ev gotinên te gelek kûr û bi wate ne, ji ber ku ew hînî me dikin ka em çawa bijîn, çi qîmetê bidin jiyanê û ji çi dûr bikevin.

Her “sê tişt”ê ku te behs kir, wekî prensîbên jiyanê ne ku dikarin rêberiya mirov bikin. Li jêr, ezê çend kategoriyên din ên “sê tiştan” zêde bikim ku bi heman ruhê felsefî û bi wate bin, lê di heman demê de nû û cuda bin:

1. Di jiyanê de sê tiştên ku dilê mirov xweş dikin:

• Ken, ji ber ku dibe dermanê ruh.

• Xweşbînî, ji ber ku ronahiyê dide rojên tarî.

• Comerdî, ji ber ku dilan bi hev ve girê dide.

2. Di jiyanê de sê tiştên ku mirov fêrî wî dibin:

• Tecrûbe, ji ber ku her şaşî û serkeftin ders e.

• Êş, ji ber ku mirov bi wê mezin dibe.

• Evîn, ji ber ku bi wê wateya jiyanê tê dîtin.

3. Di jiyanê de sê tiştên ku divê mirov biparêze:

• Rûmet, ji ber ku ew nasnameya mirov e.

• Tenduristî, ji ber ku bêyî wê tiştek bi wate nabe.

• Malbat, ji ber ku ew stûnên jiyana mirov in.

4. Di jiyanê de sê tiştên ku mirov ji rê derdixin:

• Çavnebarî, ji ber ku dilê mirov kor dike.

• Bêsebrî, ji ber ku mirov ji armancên xwe dûr dixe.

• Bêxîretî, ji ber ku mirov bê hêvî dihêle.

5. Di jiyanê de sê tiştên ku mirov bi hêz dikin:

• Bawerî, ji ber ku ew bingeha her serkeftinê ye.

• Sebir, ji ber ku ew her deriyekî vedike.

• Xwendin, ji ber ku hişê mirov fireh dike.

6. Di jiyanê de sê tiştên ku mirov nikare paşguh bike:

• Wijdan, ji ber ku ew rêberê rastiyê ye.

• Xweza, ji ber ku ew mala me ya hevpar e.

• Dostanî, ji ber ku bêyî wê jiyan vala ye.

Van “sê tiştan” bi ruhê gotinên te hatine hilbijartin, ku hem bi wate ne, hem jî dikarin di jiyanê de rê li ber mirov vekin.
Heke tu bixwazî ez li ser kategoriyekê taybetî bêtir zêde bikim an jî yekê kûrtir rave bikim, ji kerema xwe bêje!
An jî, heke tu xwedî “sê tişt”ên din î, ez ê bi kêfxweşî guhdarî bikim!”

Ma ev nifîs ne muhteşm e ?
Xwediyê van gotinên meriv dibe heyran, devê meriv ji hev dihere ne însan e, roboteke. Robotek çawa kane wek însên bivikire û analîzên wek însên bike?
Wel hasil ne karê aqil e, lê rast e…
Helal be ji xelkê ra, meriv dibe heyaran…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar