31 maj 2022

Ez ditirsim NATO dîsa kurdan bifroşe Tirkiyê

Tirkan hetanî nuha bi şerûdiya û bi zorê ji NATOyê û ji Yekîtiya Ewrûpayê çi xwestine girtine.

Ez ditirsim di mesela endametiya Fînland û Swêd a NATOyê da jî eynî tişt dubare bibe, endamên NATOyê dîsa teslîmî tirkan bibin û daxwazên wan qebûl bikin.

Ev talûke heye, çimkî serokên Ewrûpa û NATOyê berjewendiyên xwe yên herî biçûk di ser moral û prensîbên xwe yên herî muhîm, herî exlaqî ra digrin.

Çend rêz ji bîranînên min -136-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-05-31

Çûm civîna bîranîna şairê mezin Hêmin Mukrîyanî(1921-1986). Civîn li Stockholmê li Odenplanê bû. Saet di 13a da dest pê kir. Civîn Federasyonê hazir kiribû. Di civînê da Cimşîd Heyderî li ser xebat û jiyana Hêmin peyivî, ew da naskirin. Qala şairî, rexnegirî û xwergerên wî kir.

Xebat Arif çend şiîrên wî xwendin. Him şiîr xweş bûn, him Xebat Arif xweş xwend.

30 maj 2022

Dibê meriv zarokên xwe teşwîqî xwendinê bike

Hin keç û xortên hêja ji kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan hebû tune bû” carnan çîrokan dixwînin û di Youtubê da belav dikin.

Mala wan ava be karekî baş dikin. Bi xêra wan him li çîrokan tê gudarîkirin, him jî haya însan ji kitêbê çê dibe.

Lê bi qasî ez dibînim tesîreke zêde ya vê reqlamê li firotina Antolojiyê çênebûye.

Çend rêz ji bîranînên min -135-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-05-30

*Saet di 17.00a da me civîna Sekreterya Federasyonê çêkir. Hemîd Newroz hinekî dereng hat. Min Du caran telefonî Sîdar kir ne li mal bû.

*Mûrad Ciwan bi şev telefonî min kir, got Elîşêr(Zîya Avcî)ewê kitêba Modanoglu wergerîne. Emê di Armancê da biweşînin.

Ya din jî got ji bo Seîdê Sûrî telefonî tuxtorê dirana bike, jê ra wextê veqetîne.

Tirkiye dixwaze Sûriyê bike Afganîstaneka nuh

Heger Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, Amerîka naxwazin Sûriye bibe Afganîstaneka nuh dibê guhên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan badin û destegê bidin federasyona kurdên Kurdistana rojava.

Heger viya nekin, teslîmî serokê Tirkiyê Erdogan bibin û bihêlin Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike, Erdogan ewê di nava salekê da Sûriyê bike Afganîstana duduya.

Analîstê amerîkî Sam Haller ev rastî baş dîtiye û ji berpirsiyarên Amerîkayê ra gotiye:

29 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -134-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-29

Bi şev bi kekê Dr. Nacî Kutlay ra peyivîm. Min mesela roportajê pê ra sohbet kir. Got baş e, ser çavê min. Me hîşt piştî kongreya Federasyonê. Ev jî pêşniyara wî bû, wî got bira bimîne piştî kongreyê. Min jî got baş e.

”Bûyera 49a”
di tarîxa me da hedîseyeke pir mezin û muhîm e. Ez bawer dikim hetanî nuha kesî li ser nenivîsîye. 50 kurd di sala 1959a da hatin girtin. Di 27ê Gulana 1960î da eskeran dest danîn ser hukim. Mahkima wan hetanî 1961ê dom kir.

Îranê jî ji Tirkiyê ra got STOP !

Piştî nerazîbûna Amerîkayê, Îran jî li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana rojava û Sûriyê derketiye. Beyana Îranê ji ya Amerîkayê serttir e, ji Tirkiyê ra dibêje ”dînîtiyê nekin”, ez qebûl nakim hûn êrîşî Sûriyê bikin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade gotiye ji bo çareserkirina gelşan êrîş, şer ne riyeke rast e, şer ne tenê gelşan hel nake, her wisa xerabtir dike. Îran li dijî her êrîşa leşkerî ya li hemberî Sûriyê ye.

28 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -133-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-28

*Îro nexweş bûm, neçûm kar. Bi ro Mistefa Fîslî telefonî min kir, got yekî xoretekî kurd hatiye, nuha girtiye. Pûlis biryar daye wî bişînin Tirkiyê. Got ez wî nas dikim, delegeyê konferansa KUKê bû. Navê lîvik Atîla Kalkan e.

Min tavilê telefonî pûlisê Arlandayê kir û rewşa xort pirsî.
Pûlis got, ”biryara paşdaşandinê ne pûlis, Învandrarverketê (Dahîra kar û barên koçberan)bide û me dosya wî şandiye wira.

Tirkiye bûye dewleteke rêbir û bela

Roj tune ye serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrê karên derve Çavuşoglu bela xwe di welatekî nedin, gefa çavsoriyê li welatekî nexun.

Erdogan û Çavuşoglu ev çend roj bûn bela xwe di kurdan, di Kurdistana rojava, di Fînlandîyayê û di Swêd didan. Gotin emê êrîşî rojava bikin.

Li hemberî endametiya Fînlandîya û Swêd a NATOyê astengî derxisyin, di bin ra ji Swêd û Fînlandîyayê çend quriş xwestin, bi hin virên bêbinake xwestin tiştekî ji van welatan biçirpînin.

27 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -132-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-27

*Min îro li komela Koçkakê bi komelan ra civîn çêkir. Her komelê dîtin û pêşniyara xwe got. KUKê got, komelên berê di komîta karger da ne û kar nekirine em careke din bi wan ra kar nakin. Bi viya qesta wan YEKÎTÎ bû.
Wehap Serîn got, bê Keya îzol ew bi her kesî ra kar dikin.
Hemîd Newroz got, ew hêzên 3-4 komeleyên wan hene em bi wan ra kar nakin.
Rizgarî got, em jî piştgiriya vê pêşniyara Hemîd dikin.

Lawo hûn bêminet in, hema çi ji destê we tê qe texîr nekin !

Dawiya gefên tirkan nayê, ge Erdogan gefa dagirkirina Kurdistana rojava li kurdan dixwe, ge Çavuşoglu.

Piştî zirta Erdogan ya sê roj berê, ewê 30 km rojava dagir bikin, nuha jî wezîrê karên derve Mevlût Çavuşoglu zirtek daye xwe, gotiye ” Em nikanin li bende bin ewê kînga êrîşî me bikin. Em nasekinin, çi pêwîst be emê bikin.”

Lawo hûn bêminet in, hema çi ji destê we tê qe texsîr nekin. Hûn çi dikin bikin. Hûn me qir dikin, qir nakin hûn bi kêfa xwe ne...

26 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -131-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-26

Îro gelkî nerehet bûm Mahmûd Kîper saet di 11.30î da telefonî min kir, got kes tune here kongra komela AKSA, heger tu kanibî herî baş dibe.

Min telefonî Sîdar û Azad kir herdu jî ne li mal bûn. Ji mecbûrû ez çûm. Kongrê nêzî saetekî dereng dest pê kir. Li bende hevalê xwe bûn. Gelek kes nehatin. 16 kes beşdarî kongê bû. Yek mîvan bû, heqê wî yê dengdanê tunebû.

Nazim û Nebî Bal jî endamên komeleyên din in, lema wan jî deng neda. Man 13 kes. Bi 13 endaman nikanin beşdarî kongreyê bibin, dibê jê ra çareyek were dîtin. Ya jî kongrê dubare bikin.

25 maj 2022

Medreseyên me jî êdî bûne hêlînên asîmîlasyonê


Berê medreseyên Kurdistanê derên, mektebên herî kurdî û Kurdistanî mabûn, dewletê destê xwe nexistibû nav wan, perwerdeya medreseyan xurrî bi kurmancî bû.

Seyda û feqeyên medreseyan asîmîle nebûbûn, seydayên kurd bi kurmancî ders didan feqeyan.

Di medreseyan da feqe ziman û edebîyata kurdî fêr dibûn, klasîkên kurdî nas dikirin û dixwendin.
Lê nuha dewletê medres jî kirine hêlîna pantirkîzmê û aşê asîmîlasyonê.  
Do li Diyarbekrê 100 xwendekar ji "Medreseya Suffe” bi merasîmeke bi hêl û mêl  îcazeyên xwe girtin.

Tiştê ji tirkan ra heq e ji me kurdan ra qebhet e !

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo ku têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl xurttir û baştir bibin bi qefleyeke mezin çûye Îsraîl.

Mevlûd Çavuşoglu û wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd li Orşelîmê(li Qudsê)bi hev ra civîneke çapameniyê çêkirine. Çavuşoglu gotiye:

”Em dixwazin di gelek waran da pêwendiyên xwe bi Îsraîl ra nuh û xurt bikin û ji nuha û pê da mekanîzmayên cuda ava bikin."

Çend rêz ji bîranînên min -130-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-5-25

Ez, Hesen Mizgîn(Necdet Gundem) û Mumtaz(Nîmet Aydin)em bi Mûrad (Mûrad Ciwan)ra li mala wî civîyan. Civîna me li ser derxistina Armancê bi kurdî bû.

Em li ser şikil û naveroka Armancê sekinîn. Me biryar da emê redaksîyona Armancê bin. Ezê di her civînê da protokolê binivîsînim.

Me di nav xwe da hin vatinî jî parve kirin, kî yê çi bike, çi binivîse. Emê di demeke nêz da cardin bicivin. Jimara 1ê ewê di meha îlonê da derkeve.

24 maj 2022

Me îro mîvanê xwe zêde westand

 


Me îro mîvanê xwe bir nav daristanê û baş westan. Em tam 11,97 km, 202 deqîqeyan li daristanê, di nav wan kaş û zinaran da meşiyan lê qet ne xema camêr bû, ne westîya, ne jî xwîdan da.

Li herêma me di nav daristanê da girên, ziranên pir bilind hene. Îro em çûn ser zinarekî belkî 150-200 mîtro bilind.

Zinarekî pir populer e, ji bo seyranê û rismgirtinê însan ji derên dûr tên hildikişin ser û li hawirdor temaşe dikin, risman digrin.

Gefa Recep Tayyip Erdogan pir cidî ye !

Serokê Tirkiyê Erdogan do gefa êrîşeke nuh li rojavayê Kurdistanê xwar.

Ev gefeke pir cidî ye, heger Tirkiye îtîrazeke pir cidî nebîne ewê tevayiya rojavayê Kurdistanê dagir bikin, pilan û hedefa Erdogan û Tirkiyê ev e. Dûra jî ewê dor were ser başûrê Kurdistanê.

PYD, HSD dibê tavilê bi Amerîkayê ra vê gefa dagirkeriya Tirkiyê bipeyive, alîkariyê jê bixwaze.
Rûsya ji bo me tiştekî nake, yên kanibin Tirkiyê bisekinînin Amerîka, Fransa û Almanya ye. Protestoyên kurdan jî gelkî muhîm in.

Çend rêz ji bîranînên min -129-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX

1985-05-24

*Min îro saet di 17.00a da li komela KOÇKAKê bi hemû komeleyan ra civînek çêkir. Armanca civînê ev bû: Di kongreya Federasyonê da minaqaşeyên nabêna komelan û daxwazên wan gelek wextê digre, wan kêm bikin.

Heger em bikanibin bi civînên wiha gelşên nabêna komelan hel bikin ewê pir baş be. Bi kêmasî ewê karê kongreyê rehettir bike.

23 maj 2022

Bi vî aqilî, bi vê siyasetê em nikanin ji bindestiyê rizgar bibin

Îsmaîl Beşîkçî gotiye, ”Kurd nikanin xwe bidin ser hev, problema wan a merkezîbûnê heye. Brokratên, ordiyên partiyan hene. Unîformên pêşmergeyan jî ji hev cihê ne. Ji vê tevgerê tişt dernayê.
Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin. Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin muzexaneyekê jî ava bikin.

Sedîsed rast e. Ji xwe goristanên me jî, muzexane û malên me jî wêran dikin. Em nikanin gorrên miriyên xwe biparêzin.

Serê salan e em vê dîtinê dubare dikin. Em dev ji tarîxa kevn û dubendiyên mîrên kurdan berdin, ev 30 sal e kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwediyên bingeh û îmkanên dewleteke serbixwe, lê ji ber bêtifaqiyê ew bi xwe naxwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Çend rêz ji bîranînên min -128-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-23
*Ez, Mahmûd Kîper, ji Kampa Sûndsvalê jî du kes(du kurdên koçber) li ser rewşa kampên xerîban û rewşa kampan, daxwazên wan yên îltîcayê(penaberiyê) em bi berpirsiyarên hukûmetê ra peyivîn.
Li hemberî daxwazên me gelkî sert û negatîf bûn, digotin bi vî hawî em tu sozê û tu tawîzê nadin.
Gotin di vê grewa birçîbûnê da însan bimrin jî emê daxazên we qebûl nekin.
Daxazên me ji hukûmetê ev bûn:

Xezal û kûsî

Rojekê xezalek bi zor ji ber nêçîrvanekî xelas bûbû û li daristanê xwe di nav devîyekî da xwe veşartibû. Bala xwe dayê kûsîyek jî di nav devî da ye. Kûsî ji xezalê ra got:

-Te xêr e, çima wiha helke helka te ye, tu ji ber kê direvî?
Xezalê got:

-Birakê kûsî, qet deng neke, nêçîrvanek li dû min e, min bi zor xwe ji destê wî xelas kir. Hindik mabû min bikuje.

Kûsî serê xwe ji qêlik derxist, got:

22 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -127-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-22

Min û Henefî Celeplî soz dabû hev, me yê li Kulturhusetê hevdu bidîta. Lê Henefî nehat. Ez difikirm dîsa Henefî bişînim kampan ji bo ku ji me ra li ser rewşa kurdên di kampan da înformasyonê top bike. Swêdîya wî baş e, kane bi berpirsiyarên kampan ra bipeyive. Ew ji karê wiha jî hez dike.

21 maj 2022

Me îro Mahmûd Al bi kitêba wî yad kir !

 


Weşanxaneya APECê îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba Mahmûd Alê gurbihuşt da naskirin. Çi heyf nebû qismetê rahmetî di saxiya xwe da vê rojê bibîne û bi xwe kitêba xwe bide nasîn û ji dost û havalên xwe ra îmze bike.

Xwezî berîya wefata rahmetî, dost û hevalên, malbata wî bîr biriba û ev kitêb(Çend çîrokên gelêrî)jê ra çap kiribûna.

Ev yek di saxiya wî da nebû nesîbê wî, lê wî zanîbû ewê were çapkirin. Ev jî teseliyekê dide meriv.

Mistefa Ûzûn di axaftina xwe da got, Mahmûd jê xwestiye ev kitêb were çapkirin û li dost û hevalên wî were belavkirin.

Çend rêz ji bîranînên min -126-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-05-21

Li zarokxaneya(daghema) ez lê dixebitim ez û personal û zarok giş bi hev ra em çûn parka bajarê Eskîlstûnayê. Para min du zarok ketin. Du keçikên cêwî bûn. Em hetanî saet 15-00a bi zarokan ra li parkê gerîyan.

Hewa ne xweş bû. Min ji herduyan ra du lîstok kirîn, ji yekê ra topeke biçûk, ji ya din ra jî şêrek kirî.
Di vegerê da herduyan lîstokên xwe rê zarokên din dan. Dema personal bi vê yekê hesiyan pir aciz bûn, şefa zarokxanê matmayî ma û ez kiritîk kirim.

Min fam kir min şaşiyek mezin kiriye. Gotin ev yek di nava zarokan da ewê bibe problem.

20 maj 2022

NATO ji bo me kurdan nabêna xwe bi Erdogan ra xera nake !

Ez tiştekî tim dubare dikim, hetanî em nebin xwedî dewleteke serbixwe ne li Kurdistanê, ne jî li tu welatekî din tirk nahêlin em bisitrin, destê wan tim ewê di gewriya me da be.

Li kîjan welatî dibe bira bibe dewleta tirk tim li dû me ye.
Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji NATOê ra dibêje gerek hûn kurdan nexin meclîsên xwe, negirin partiyên xwe, destûrê nedin xebat û meşên wan, destûrê nedin hebûna komeleyên wan. Û kurdên em ji we dixwazin dibê hûn gişan bidin me.

Bêyî mûcîzeyekê kes nikane kurdên bakur ji tirkbûnê xelas bike

Di twîtterê da xortekî bi navê Mervan piştî serdana hin merivên xwe li Edenê, li ser tiştê dîtiye û bûye şahid wiha nivîsîye:

”Du roj e bo serxweşiyek ez li Edenê bûm û li gel gelek pismamên xwe rûniştin. Heyf û mixabin zarokên yekî ji wan peyveke Kurdî nediaxivî. Em ku koçer in, me peyveke tirkî nedizanî û gelek ji wan rojek neçûne mektebê û ev çend salek e li Edenê ne lê zarokên wan Kurdî nizanin.

Cara yekem e ku tirsa mirina Kurdî ewqas bi dijwarî ket dilê min. Jin û mêr, dê-bav û zarok xwerû Tirkî diaxivîn. Mixabin sedem ne tenê asîmîlasyon e. Me bi her awayî xwe li Tirka girê daye û xwe dikin wek wan.”

Kar dibê di wext û zemanê xwe da were kirin

Dibê meriv her karî di wext û zemanê wî da bike, dereng nexîne.
Karê bi derengî were kirin wek gula, çîçeka ji ber bêaviyê hişk bûbe, dûra tu çiqasî av bidî jî bêfêde ye, carê hişk bûye, tu çi bikî ji nuhve ruh pê da nayê.

Dibê te di wextê da av bida, dibê te nehîşta hişk bibe.
Pençeşêra meriv zû pê nehese tedawiya wê zor e, li tevahiya bedenê belav dibe.

Siyasetmedarên kurd, edîb û ronakbîrên kurd pir dereng bi mirina zimanê xwe hesiyan.

Çend rêz ji bîranînên min -125-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
 

1985-05-20
*Ez bi Mahmûd Kîper û Rezaq Feylî ra peyivîm, ji bo ku sibe herin kampa Frostavallen. Min ji Şiyar ra jî got sibe pera bide wan.
Min ji Rezaq ra got li wir selahîyeta we heye hûn civînê çêkin, beşdarî civînan bibin, ya jî li ser navê Federasyonê beyanê bidin.

*Ji bo ku here kampê û ji hin deran ra telefon bike min ji Şervan jî alîkarî xwest, got karê min heye, ez nikanim.
Min ji Henefî Celeplî ra telefon kir, ne li mal bû, yekî din bersîv da min. Min navê wî nepirsî.

19 maj 2022

Kêmasî û şaşî jixweber ji ortê ranabin

Tu kêmasî bêyî midaxele, bi xwe ji ortê ranabe, meriv tu carî   jixweber ji kêmasiyan, ji nezaniyê xelas nabe.

Meriv tu carî jixweber zana nabe, her tişt bi xebatê dibe. Gerek meriv bixebite, gramer û îmla kurmancî fêr bibe, serê xwe hinekî pê ra biêşîne.

Çend rêz ji bîranînên min -124-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-19

*Minê destûra Federasyonê bida Seîd, çûm bajêr ew nehat.
Kongreya Federasyonê heye, bi şev li ser rapora xebatê xebitîm.

*Ji bo çûyina Rezazî ya Danîmarkayê bi Rezazî ra peyivîm. Got hetanî 3 rojan ezê bersîvê bidim te. Min ev yek ji Heyder(Heyder Diljen)ra got.

*Telewîzyona swêdî di xeberên 21ê da qala grewa kurdên di kampê da kir. Îro di rojnameya Aftonbladetê da jî li ser vê yekê xeberek heye.

18 maj 2022

Tirkiye wek tajîyê dabe ser pişta xezalê wer li pey me ye

Kûçikê narkotîkayê çawa bînê digerîne, Tirkiye jî li der û li hundur wek kûçikê narkotîkayê wer li dû me ye kurda ye.

Li ku dera dinyayê dibibe bira bibe ji bo Tirkiyê ferq nake, dibê destê dewleta tirk tim gewriya me da be, me bifetisîne. Em bûne xezal, Tirkiye bûye tajî wer li ser pişta me ye...

Berpirsiyarên Tirkiyê ji Swêd, Fînlandiya û Amerîkayê ra gotine, têrê nake Fînland û Swêd ji PKKê ra bibêjin ”terorîst”, dibê Swêd û endamên NATOyê destûrê nedin xebatên kurdan yên li dijî Tirkiyê.

Çend rêz ji bîranînên min -123-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-18
Min, Husên Aksaç û Betal soz dabû hev, em îro bi hev ra herin derekê, xwe bidin rojê. Me yê danê nîvro saet di 12a da hev bidîta, lê ew nehatin. Ez tenê çûm. Ji wir jî çûm komelê.

Tayfûn(Malmîsanij)ji min ra kovara Hêvî şandibû, li komelê bû. Min girt.

17 maj 2022

Gerek dezgehên kurdan li hemberî bazara Tirkiyê û Swêd bêdeng nemînin

Li gorî medyaya swêdî û kurdî dinivîsîne Tirkiyê 21 kurd ji Swêd xwestine.

We şaş nexwend, Tirkiyê ji Swêd ra gotiye heger hûn van ”21 kurdên terorîst in” nedin me, emê endametiya we ya NATOyê qebûl nekin. Yanî Tirkiye dixwaze bazarekê li ser me bi Swêd ra bike.
Em nizanin Swêd ewê bazareke wiha, zorbatiyeke wiha qebûl bike ya na.

Heger em, rêxistinên me, komeleyên bêdeng bimînin, heger Tirkiye di vê daxwaza xwe da bi ser keve ewê dawiya vî îşî neyê
Tirkiye kane sibe jî daxwaza girtina Federasyona Komeleyên Kurdistanê, ya Komela Nivîskarên Kurd jî bike û hemû komeleyên me jî bike.

Çend rêz ji bîranînên min -122-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-17

*Min bi Komîta Nûneran ra civîn çêkir. Civîn li komela Komkarê bû. Komela Sporê û ya Yekîtiyê nehatin civînê.

Min înformasyon da nûnerên komeleyan. Înformasyona min li ser kar û hetanî nuha me kiribû.
Ji komela Roja Welat û Botkyrkayê ji her yekê du kes hatibûn.
Li ser vê, nûnerê KOMKARê xwest ev herdu komel, her yek ne bi du kesan, bi kesekî beşdarî civînê bibin.Armanca wî ew bû Sidîq Bozarslan ji civînê derxe derve.

Erdogan serdana wezîrên karên derve yên Fînlandîyayê û Swêd qebûl nekir

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye ji bo ku em endametiya Swêd a NATOyê qebûl bikin dibê Swêd 21 kesan teslîmî me bike.
Li gorî beyana Erdogan Fînlad û Swêd, lê bi taybetî jî Swêd bûye hêlîna terorîstên kurd, PKKê, YPGê. Gerek Swêd tavilê dev ji vê siyaseta xwe berde, kar û xebatên "terorîstan" qedexe bike û yên Tirkiye dixwaze teslîm bike.
Şantaj û kêmfersendiyeke bêemsal e, bêyî tirkan kes tiştekî wiha nake.

Wezîrên karên derve yên Fînlandiyayê û Swêd ewê îro biçûyana Tirkiyê. Lê Erdogan dîsa çerx kir, gotiye neyên, ne hewceye xwe biwestînin heta vira werin, ji bo ku em raya xwe biguherînin em ne motajî hewildanên dîplomatîk in.

16 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -121-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-16

Me civîna Komîta Karger ya Federasyonê çêkir. Hemîd Newroz saet di 18.00a da, hinekî derng hat.
Zubêr, Kesra û Azad jî li Federasyonê bûn, Berbang poste dikirn.
Berî em dest bi civîna xwe bikin, min hinekî bala xwe da Berbangê. Bîna min teng bû. Berbang gelkî xerab derketibû. Bi taybetî jî beşa li ser Newrozê qet ne baş bû. Axaftina min a şeva Newrozê tê tunebû. Çima wiha kiribûn,  çima axaftina min nexistibûnê min fêm nekir.
Min ev yek ji Zubêr ra got. Lê tu sûcekî Zubêr tuneye...

Kurdî salê carê bi pîrozkirinê ji mirinê xelas nabe

Ev çend sal in kurd salê rojekê wek roja zimên pîroz dikin. Baş dikin, zirar di pîrozkirinê da tune ye.

Lê salê carekê bi pîrozkirinê zimanê me mirinê, zarokên me ji asîmîlasyonê xelas nabin.

Heger hûn cidî ne, heger bi rastî hûn dixwazin kurdî nemire û tirkî nebe zimanê we, dibê hûn ji mala xwe, ji zarokên xwe dest pê bikin.
Yanî li malên xwe, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, li çarşiyê, li bazarê, bi hevalên xwe ra, di civînên xwe da bi kurdî bipeyivin.

15 maj 2022

Min mîvanê xwe îro bîstekê gerrand

Ez, Seywan Saedîan û birayê min Fûad

Îro min û mîvanê xwe me bi hev ra  berê xwe da Stockholma xopan. Şansê me hebû îro roj xweş bû, ne baranê li em şil kirin, ne jî sermayê em qefilandin.

Berê em çûn pêşengeha hevalê Fûad heykeltiraş Seywan Saedîan.
Pîşangeha wî li Gallerî Kîllgîssayê bû. Seywan Saedîan heykeltiraşekî ji Kurdistana rojhilat e, berê 4 salan li Amedê maye, lê ev çend sal in hatiye Swêd.

Çend rêz ji bîranînên min -120-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-15

Çûm ser tuxtorê dirana. Xanima hîgînîst diranê min paqij kir. Diranên min giş reş bûbûn, pqaqij û sipî boz bûn.

Îro hinekî zû saet 15.30î da jii kar derketim, raste rast çûm malê. Xwe westiyayî his dikim, ezê hinekî bîna xwe bigrim û îşev zû rakevim. Hin rojan kar pir, gelkî diwestim.

14 maj 2022

Tirsa dilê min bêsebeb bûye

Ez ditirsiyam birayê min Fûad ewê rê dernexe, nikanibe were malê. Lê mêrik ji min baştir riya malê derxist,

Min hew carê nêrî telefon kir, got keko va ye ez hatime sentrûmê, têm malê.

Dilê min teperep bû, min digot ewê şaş here. Lê ez şaş bûme. Mêrik Stockholmê wek nav kefa destê xwe nas dike.

Zarokên bajarî jîr in. Ez feqîrê Xwedê hewqasî ne jîr im.

Di nav tirkan da neyartiya kurdan qirêdiya siyasetmedaran zêde dike

Li Tirkiyê kîjan hukûmet tê ser hukim ji bo kurdan zêde ferq nake, dijminekî Tirkiyê yê daimî heye, ew jî kurd in. Dijminatiya bi kurdan ra bûye pîvan û şertê tirkbûnê û welatparêziya tirk.

Koalîsyona AKPê û MHPê hinekî zêde har e, çimkî herdu jî hereketên irqçî, pantirkîst û antî-kurd in, lema jî wek gurên devbixwîn in, tim di êrîşê da ne.

Lê neyartiya kurdan di nav tirkan da pere dike, qirêdiya siyasetmedarên antî-kurd zêde dike. 

Çend rêz ji bîranînên min -119-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05.14

*Çûm ser tuxtorê dirana. Li welêt me nizanîbû firçe û macûn çi ye. Min tu carî diranên xwe firçe nedikir. Jixwe kultura diranfirçekirinê li ba me tunebû. Lema jî di vî umrî da di devê min da diran nemane. Ji bo sibe saet di 10. 00da wexteke din da min.
*Saet 16.30î da ji kar derketim. Çûm kongreya sendîkayê. Kongre saet di 19.00a da bû. Ev cara pêşî bû beşdarî kongreya sendîkayeke swêdî dibûm û min raya xwe dida.

13 maj 2022

Erdogan: Em li dij in Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATOyê !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî endametiya Fînladyayê û Swêd ya NATOyê derketiye, gotiye ne mimkûn e em tiştekî wiha qebûl bikin. Çimkî welatên Îskandînavî bûne hêlînên terorîstan.

Li ser pirsên rojnamevanan mêrik wiha pê da çûye:

Erdohgan: ”Nuha em pêşketinên li ser Swêd û Fînladayê taqîb dikin, lê belê fikrê me yê li ser vê meselê ne pozîtîf e. Çimkî hukûmetên berî me di mesela endametiya Yûnanîstanê ya NATOyê da şaşî kirin. Hûn zanin Yûnanîstan bi piştgiriya NATOyê dijminatiya Tirkiyê dike. Em naxwazin di vî warî da wek Tirkiye şaşiyeke din bikin.
Ya din jî welatên Îskandînavî mixabin bûne wek mîvanxaneya terorîstan. Swêd, Hollanda bûne hêlînên PKKê, DHKPCê. Heta ez hinekî din jî bi pêşda diherim, di meclîsên wan da jî terorîst cî digrin. Ji ber wê jî ne mimkûn e em pozîtîf li endametiya wan binêrin.”

Çend rêz ji bîranînên min -118-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-13

*Piştî kar çûm ser optîker ji bo berçavkek nuh bigrim, ji wir jî çûm bajêr. Li qahwexanê rastî Riza Polat hatim. Piştî hinek sohbet, em rabûn bîstekê bi hev ra gerîyan. Min got were em herim mal. Got bira bimîne rojeke din. Me biryar li ser roja çarşemiyê da.

12 maj 2022

Kurd çima wek cihûyan û filistîniyan ne nasyonalîst in?

Kurd çima wek filistîniyan, wek cihûyan ne nasyonalîst in, çima kurd jî weke filistînî û cihûyan bi ruh û can dewletekê, welatekî serbixwe naxwazin?

Gelo sebebê vê zeîfiya nasyonalîzma kurdî çi ye, kurd çima wek filistîniyan û cihûyan ji welatê xwe hez nakin, çima ew jî wek wan ne girêdayî axa xwe û welatê xwe ne?

Çima kurd hewqasî rehet dev ji zimanê xwe berdidin, asîmîle dibin û zû dibin tirk?

Çend rêz ji bîranînên min -117-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05—12

Min û Heyder(Heyder Diljen) soza dabû hev emê li bajêr hevu bibînin. Min herdu zarok jî bi xwe ra birin. Min got ezê wan jî li bajêr hinekî bigerînim. Em bîstekê geriyan, me sohbet kir. Min ji Heyder ra qala axaftina xwe û Seîd Aydogmûş kir. Jixwe wî zanîbû Seîd çi difikire. 

11 maj 2022

Gerek em ji serpêhatiyên pêşiyên xwe dersê bigrin !

Heger me ji pêşiyên xwe, ji tarîxa xwe ders û ibret bigirta me tu carî neyartî û şerê hev nedikir û pişta xwe nedisipart dewletên dagirkerên welatê me.

Dawiya hevaltîya bi dewletên dagirker ra têkçûn û trajedî ye. Tarîxa me bi gelek numûnan şahidê vê rastiyê ye. 

Dewletên dagirker çi anîn serên pêşiyên me, serên siyasetmedar û serokên berî me, ewê eynî tiştî bînin serê me jî. Rî dibe bihost dijmin nabe dost.

Çend rêz ji bîranînên min -116-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-11

Aslan(Mehmet Kaya) û diya xwe îro mîvanên me bûn. Me navroj bi hev ra xwar. Zarokan kêf kirin, di şekir da man. Bîna me bi hev fire bû.

Dûra Seîd Aydogmuş jî hat. Bedriye û Aslan çûn Uppsalayê. Seîd ma. Em bîstekê li ser derketina ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)peyivîn. Min dîsa biryara Koîta Merkezî rexne kir. Wî jî got derketina mej i Sol Bîrlikê rast e, parast.

10 maj 2022

Tirkiye ne welatê min e, welatê min Kurdistan e !

Yek bi darê zorê mala meriv ji meriv bistîne, meriv doza mala xwe lê dike, dixwaze mala xwe jê bistîne, meriv dev ji vê dozê û micadelê bernade û nabêje mala xelkê mala me ya miştereke.

Yek bi darê zorê gundê meriv ji meriv bisîtîne, meriv doza gundê xwe lê dike, meriv dixwaze wî zorbayî ji gundê xwe derxîne, meriv dev ji vê dozê û micadelê bernade û nabêje gundê xelkê gundê me yê mişterek e.

Çend rêz ji bîranînên min -115-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-10

Saet di 17a da ez Mahmûd Kîper çûn Tenstayê suneta lawê Xelîlê berber. Hema hema hevlên me gişk hatibûn. Bêyî hevalên me, gelek kesên em bi hev ra napeyivin jî hatibûn. Mesela, herdu grûbên ji me veqetiya bûn ew jî li wir bûn. Xelîl ban gişan kiribû. Me silav neda hev, her kes li alîkî rûnişt.

09 maj 2022

S. Demirtaş ji kurdan ra gotiye dev doza Kurdistanê berdin, dewleta me Tirkiye ye

Selahettin Demirtaş ji zindana ev 6 sal in tê da êsîr hatiye girtin, ban kurdan kiriye, gotiye:

”Ji guherîna mezin ra hazir bin. Kesî li derve nehêlin. Bi her kesî ra destên xwe bidin hev, ji bo ku hûn bi hev ra bin bixebitin.

Mişterekiya me yê hevpar cumhûrîyeta demokratîk e, mala me ya hevpar(mişterek) Tirkiye ye, dewleta me ya hevpar Cumhûrîyeta Tirkiyeyê ye. Yên herî zêde vana tahrîb dikin, yên civak perçe perçeyî kirine û anine hemberî hev Erdogan û desthilatdariya AKPê-MHPê ye…”

Heger bi rastî ev gotinên wî bin, tu ferqa vê dîtina Demirtaş  ji ya kurdekî hevkarê dewletê, ji ya kurdekî AKPê, CHPê û IPê tune ye. Dîtina yekî teslîm bûye.

Ma rojnamevanekî wêrek tune ye?

Ev du sê sal in li ser kurmancî û zazakî gelek civîn, konferans û sempozyûm tên çêkirin.

Kurd qedir û qîmetê bidin zimanê xwe, civînan li ser çêkin pir baş e, meriv kêfxweş dibe.

Lê em zanin civîn, konferans û sempozyûm nikanin rê li ber asîmîlasyonê bigirin, nikanin zazakî û kurmancî ji mirinê xelas bikin, ew tenê minaqaşeyên terorîk in,  di praktîkê da 
li hemberî asîmîlasyonê tu tesîr û fonksîyoneke van civînan û semîneran û sempoyûman tune ye.

Çend rêz ji bîranînên min -114-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-09

Saet di 17.00a da çûm civîna Komîta Karger a Federasyonê. Hemîd Newroz û Nebî Bal nehatin.
Berî civîn biqede Hemîd telefon kir, got ez ne li Stockholmê me, lema nahtim civînê. Nebî telefon nekir. Em li ser rojeva jêr peyivîn:
1-Înformasyona serok(înformasyona ezê bidim).
2-Têkiliyên bi kampê ra û tiştên min kirine.
3-Çûna Henefî Celeplî Sundsvallê û beyana dabû rojnameyan...

08 maj 2022

Heta me hev nas kir me umir xelas kir

Merivên baş û xerab di rojên zahmet û giran da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Di van bîst salên dawî da gelek kesên li ber dilê me pir ezîz bûn, reş bûn, pîs bûn.

Meriv dibêje xwezî meriv zûtir hev nas bikira, xwezî ev aqil 40-50 sal berê bi meriv ra hebûya. Xwezî meriv di xortaniya xwe da jî xwediyê vî aqilê nuha bûye.

Baqiliya dereng wek zengîniya dereng e, meriv nikane pê tu xweliyê li serê xwe ke.

Çend rêz ji bîranînên min -113-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-08

*Ez li qahwexanê rûniştibûm Mûrad Ciwan û Salim Çelîker hatin. Em hersê bi hev ra derketin bîstekê gerîyan. Hewa pir xweş bû.

Em dîsa li ser derketina ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)peyivîn.
Min dîsa ev biryara Komîta Merkezî rexne kir. Mûrad û Salim jî biryar çewt dîtin, wan jî got derketina me ji Sol Bîrlikê ne rast e...

Kûçik be lê ji qewmê xwe be !

Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim ji kiyêba Mele Mehmûdê Dûrşewî ”Miştaxa Çiyan, Gotinên Pêşiyan” çend numûneyên xweş pêşkêşî we bikim.

Serbest Zaxoyî kitêb ji herfên erebî wergernadiya herfên latînîya kurmancî û di sala 1989a da li Swêd çap kiriye. Hin kêmasiyên kitêbê hene, zimanê wergera latînî jî ne serketî ye, lê gelek tiştên xweş û hêja tê da hene.

Min çend gotinên xweş jê hilbijartin. Hêvî dikim hûn jê hez bikin.

07 maj 2022

Çend rêz ji bîranînên min -112-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-07

*Piştî kar çûm qahwexaneyê. Muzafer Ûzûn, birê wî Hîkmet û Hesen Yoldaş hatin ba min. Muzafer got ez çûme Danîmarkayê, Behzat xoce dîtiye, pê ra sohbet kiriye. Got li Danîmarkayê têkiliya nabêna kurdan pir baş e, kes dijminatiya hev neke.

06 maj 2022

Sebebê vê perîşaniya me hinekî jî ji me da ye

Siyaset jî, tîcaret jî bi bînfirehiyê dibe û bi ser dikeve. Bi merivên bînteng, zirzop û hêrsokî ne di tîcaretê da, ne jî di siyasetê da meriv bi ser nakeve, nabe xwedî hêz.

Di siyasetê da jî, di tîcaretê da jî bînfirehî û îstîkrar şert e.

Helbet cir, exlaq û îstîkrar tenê têrê nake, zanîn jî lazim e. Dibê meriv erbabê karê xwe be.
Heger siyasetmedar û serokên me erbabên karê xwe bûna, menfaeta miletê xwe di ser her tiştî ra bigirtana nuha em hewqasî ne perîşan bûn.

Çend rêz ji bîranînên min -111-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-06

*Piştî kar çûm komelê, min destûra Federasyonê nivîsî û mîzanpaja wê çêkir.
*Bi şev min telefonî Mahmûd Kîper kir û li halê wî pirsî. Got baş e, tiştekî talûke tune ye. Wê rojê di civînê da hinekî nerehet bûbû, me bi ambûlansê şandibû nexweşxanê. 
*Min telefonî Şiyar û Zubêr kir ne li mal bûn.

05 maj 2022

Tirkiye ji me ra nabêje bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin !

Li ser gazina min kurd kitêbên bi kurdî nakirin, kurd qedir nadin zimanê xwe, ji zimanê xwe hez nakin, xwediyê Hêlîn Pirtûk Sahafê gotiye min du(2) heb ji ”Antolojiya çîrokên zarokan/Hebû tune bû” dane anîn lê hîn kesî lê nenêriye, hîn yek jî nefirotiye, kitêb di hustuyê wî da mane.

Bi baweriya min ji miletekî wiha ra ev yek ne tiştekî ecêb e, kurd ji zimanê xwe hez nakin û lema jî naxwazin zarokên wan jî kitêbên bi kurdî bixwînin.

Heger dê û bavan ji zimanê xwe hez bikirana li bajarekî wek Qoserê(Qezê)ewê du heb ”Antolojiya Hebû Tune bû” ewê di nav du sê rojan da bikiriyana û gelekên din bixwestana.

Çend rêz ji bîranînên min -110-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

1985-05-05

Îro saet di 14.00 kongreya komela me li Folket Husê çê bû. 33 kes beşdarî kongreyê bûn. Ez bûm serokê dîwanê, Rojvan Yeşîl û Hesen Yoldaş jî bûn alîkar.
Ji Federasyonê Sîdar, Azad û Celal hazir bûn.
Piştî kongre qediya ez, Nafî Çilgin, Osman Aytar û Wehbî Aydin bîstekê gerîyan, wek her car me dîsa qala gelşên xwe û xebatên emê bikin kir.

04 maj 2022

Ax ji derdê nezaniyê !

 


Kitêba rojnamevanê tirk Yilmaz Ozdîl ya li ser Ataturk di 3 mehên destpêkê yên îsal da 200 hezar heb hatine firotin.

We şaş nexwend, di 3ê mehan da kitêbeke mêrik 200 hezar heb hatine firotin.

Milet ji destê hev direvîne. Weşanxane pê ra nagihîne çap bike.

Kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan/Hebû tune bû”, çapa ewilî ev 8 meh in derketiye.

Ne bi sedhezaran, here were du hezar heb çap bûye, lê hîn jî neqediya ye, Xwedê zane ewê kînga biqede.

Li Kurdistanê û Tirkiyê bi milyonan kurd û zarokên kurd hene, lê di 8 mehan da 2000 hez kitêb naqede. Reqlama wê jî pir baş tê kirin.

Çend rêz ji bîranînên min -109-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-04

Komîteya partiyê bi hemû endamên xwe yên Swêd ra civînek çêkir. Civînê li Jackobsbergê li lokala komeleyê saet di 12.30î da dest pê kir. Rojeva civînê wiha bû:

-Agahiya di heqê înformasyonên Komîta Merkezî da.
-Kongreya komelê û siyaseta ewê komele di Federasyonê da bimeşîne.
-Agahiya di heqê Festîwala Xortan a Moskowayê da.

03 maj 2022

Kemîna rûviyê qol

Rûvî di nava qîşekî* da li nêçîrekê digeriya, dêla wî di av du keviran da ma. Kir ne kir dêl derneket, ji mecbûrî dêla xwe ya pir jê hez dikir qut kir, bû rûvîyekî qol.

Pir çû, hindik çû, rastî rûvîyek hat. Rûvî bi meraq jê pirsî:
-Bira, ma te dêla xwe ji bo çi jê kiriye ?
Rûviyê qol got:

Şev çiqasî dirêj be jî mahkûmî qedandinê ye

Şevek dîsa qediya, dîsa bû roj. Şev çiqasî dirêj be, çiqasî tarî be jî mahkûmê qedandinê ye, di dawyê da roj hil tê, dinya ronî dibe.

Rewşa me ya nuha wek şevek tarî ye, çiqasî dirêj be jî ewê biqede, emê berbangê, rojê û ronahiyê bibînin. Gerek em reşbîn û bêhêvî nebin.

Vêsê min hîn bala xwe nedaye platformên medyaya sosyal, nizanim li ser me kurdan çi ilm û xeber hene. Hêvî dikim xeberên xerab tunebin, yên baş û dilşakir hebin.

02 maj 2022

Li ser avakirina kitêbxaneyeka netewî !

Hey gidî dinyayê, te derwînê, te bêbextê û bêwefa yê.

Me bi salan kitêb, kovar, rojname û belavok li xwe top kirin, nuha dereke em wan bidinê tune ye. Em ditirsin piştî em mirin zarok wan bavêjin ser sergo!
Bala xwe bidin vê trajediyê!
Di nabêna salên 1980-2010a da, dema em xort û ciwan bûn, me gelek kitêb, kovar, rojname û belavok li xwe top kirin, me malên xwe na kirin kitêbxane.Lê nuha jî em nizanin emê çawa ji wan xelas bibin?

Çend rêz ji bîranînên min -108-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-02

Me civîna sekreteryayê saet di 17.00a da li Federasyonê çê kir. Ez, Hemîd Newroz û Şiyar beşdar bûn. Zubêr li wir bû. Min jê ra got, jimara Berbangê ya kevn ji xelkê ra bişîne. Min berê jî çend caran ji hin hevalên di redaksîyona Berbangê da ne got Berbangê bişînin, xelkê Berbang negirtiye. Lê hetanî nuha jî neşandine. Zubêr got vê carê emê du jimaran bi hev ra bişînin.

01 maj 2022

Xortaniyê zû terka me kir

Ez îro neçûm meşa 1ê Gulanê. Ji dêlî wê min û Abid Dundar (lawikê diyarbekrî) û Muzafer Ûzûn hevdu dît û me bîstekê qala rojên borî û bîstekê jî qala gelşên dinyayê û Swêd kir. 

Tiştên me qal bikira pir bûn, îro têrê nekir, bi xêr rojeke din emê do bikin. 

Ez û Abid carnan hev dibînin, carnan jî bi telefonê li halên hev dipirsin. Yanî haya me ji hev heye.

Çend rêz ji bîranînên min -107-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1985-05-01

Ez û Hêvî û zarok bi hev ra çûn meşa 1ê Gulanê. Federasyon îsal jî bi VPK(partiya çep)meşiya.
Bi texmîna min li dû bandrola Federesyonê li dora 300 kesî hebû.
YNK bi me ra nemeşiya.
Dunya ewr û sar bû, lê ya baş baran nebarî, em şil nebûn.

Di meşê da Uzêr Al ji min ra got Emîn Surucu li Hollandayê kuştî hatiye dîtin. Ez matmayî mam û pir li ber ketim.

PARVE BIKE