09 maj 2022

Ma rojnamevanekî wêrek tune ye?

Ev du sê sal in li ser kurmancî û zazakî gelek civîn, konferans û sempozyûm tên çêkirin.

Kurd qedir û qîmetê bidin zimanê xwe, civînan li ser çêkin pir baş e, meriv kêfxweş dibe.

Lê em zanin civîn, konferans û sempozyûm nikanin rê li ber asîmîlasyonê bigirin, nikanin zazakî û kurmancî ji mirinê xelas bikin, ew tenê minaqaşeyên terorîk in,  di praktîkê da 
li hemberî asîmîlasyonê tu tesîr û fonksîyoneke van civînan û semîneran û sempoyûman tune ye.

Li hemberî asîmîlayonê tiştê herî bi tesîr axaftina bi kurmancî û zazakî ye, dibê em bi zarokên xwe ra, bi hev ra, li çarşî û bazarê bi kurdî bipeyivin. Dibê tirkî nebe zimanê me yê malê û bazarê.

Mamoste û profesorên, kesên li dijî asîmîlasyonê û li ser zazakî û kumrmancî civînan û sempozyûman çê dikin gelo bi zarok û maliyên xwe ra bi zazakî û kurmancî dipeyivin ya na? Gelo zimanê wan ê malê kîjan ziman e ?

Yên berê bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivîn, piştî van konferans û sempozyûman gelo dev ji tirkî berdan e û dest bi zazakî û kurmancî kirine ya na?

Dibê rojnamevanek miheqeq vê pirsê ji van kesan bike, dibê em bizanibin mamoste, nivîskar û profesorên li ser muhîmiya zimanê dayikê (kurmancî û zazakî) semîneran didin, di konferasn û sempozyûman da wek pismor û zanayên zazakî û kurmancî analîzan dikin, gelo ew bi xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin ya na?

Berê jî min çend caran ev pirs kir, lê kesî jî bersîv neda. Ez vê pirsa xwe careke din dubare û sêbare dikim.

Çima rojnamevanek naçe ji van mamoste, nivîskar û profesorên li ser zazakî û kurmancî konferans û sempozyûman didin napirsin, nabêjin hûn li malên xwe, bi zarokên xwe ra bi kîjan zimanî dipeyivin?

Dibê em bizanibin kî bi zarokên xwe ra bi zazakî-kurmancî dipeyive, kî bi tirkî dipeyive.

Kesên li malên xwe, bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyivin û dûra jî herin li ser zazakî û kurmancî civînan çêkin, semîner û sempozyûman bidin çiqasî samîmî ne?

Dibê rojmnamevanekî/rojnamevaneka wêrek(cesûr) here bi endamên tevgerên zimên ra û bi kesên li ser zazakî û kurmancî civînan çê dikin û konferansan didin ra bipeyive û vê pirsê ji wan bike:
-Li mala xwe tu bi zarokên xwe ra bi kîjan zimnî dipeyive, zimanê te yê malê zazakî-kurmancî ye, ya jî tirkî ye?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE