09 maj 2022

S. Demirtaş ji kurdan ra gotiye dev doza Kurdistanê berdin, dewleta me Tirkiye ye

Selahettin Demirtaş ji zindana ev 6 sal in tê da êsîr hatiye girtin, ban kurdan kiriye, gotiye:

”Ji guherîna mezin ra hazir bin. Kesî li derve nehêlin. Bi her kesî ra destên xwe bidin hev, ji bo ku hûn bi hev ra bin bixebitin.

Mişterekiya me yê hevpar cumhûrîyeta demokratîk e, mala me ya hevpar(mişterek) Tirkiye ye, dewleta me ya hevpar Cumhûrîyeta Tirkiyeyê ye. Yên herî zêde vana tahrîb dikin, yên civak perçe perçeyî kirine û anine hemberî hev Erdogan û desthilatdariya AKPê-MHPê ye…”

Heger bi rastî ev gotinên wî bin, tu ferqa vê dîtina Demirtaş  ji ya kurdekî hevkarê dewletê, ji ya kurdekî AKPê, CHPê û IPê tune ye. Dîtina yekî teslîm bûye.

Merivekî wiha dibê êdî nikanibe bibe berdekê miletê kurd.

Siyasetmedarê bi vî çavî li mesela kurd û Kurdistanê binêre li dijî azadî û serxwebûna kurdan û Kurdistanê ye, welatê wî Tirkiye û dewleta wî jî dewleta tirk e. Siyasetmederakî wiha dibê êdî nebe nûner û siyasetmedarê miletê kurd. Wek kurd meriv nabe hevalê kesên wiha û nake nûnerê xwe.

XXX

Rûsya îro ewê zafera xwe ya li dijî naziyên Almanyayê û dagirkeriya xwe ya Ûkraynayê pîroz bike.

Rojeke pir talûke ye, Îro ewê bi sedan fuzeyên din bavêjin ji bajarên Ûkraynayê da û çend sed kesên din qetil bikin.

Do li dibistanekê xistin, 60 sivîlên xwe tê da veşartibûn kuştin. Îro jî kanin eynî tiştî bikin.

Dewleta li dijî faşîzmê, nazîzmê bi milyonan însanên xwe dan kuştin îro wek nazîyan Ûkraynayê wêran dike.

Tiştê Pûtîn îro li Ûkraynayê dide kirin ji barbariyên Hîtler ne kêmtir in. Bi barbarî, bêseb bajaran wêran dikin, xelkê siwîl dikujin. Hebûna rejîmeke wiha, serketina rejîmeke wiha ji bo dinyayê talûkeyeke pir mezin e.

Mêrikan eşkere Ewrûpayê, welatên endamên NATOyê bi îmhakirinê tehdît dikin.

Pûtîn di axaftina xwe ya li Meydana Sor da tu sînyalek baş ya xêrê neda, barek derew û propagande kir, milet ajîte kir.

Pûtîn di axaftina xwe da got Rojava hazirî dikir êrîşî me bikinm Kirimê dagir bikin. Tiştê meriv ji axaftina Pûtîn fêm kir ev şer eê dirêj bajoe, heta Pûtîn li ser hukim be şar nasekine, dibê Pûtîn bikeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE