Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-09
Saet di 17.00a da çûm civîna Komîta Karger a Federasyonê. Hemîd Newroz û Nebî
Bal nehatin.
Berî civîn biqede Hemîd telefon kir, got ez ne li Stockholmê me,
lema nahtim civînê. Nebî telefon nekir. Em li ser rojeva jêr peyivîn:
1-Înformasyona serok(înformasyona ezê bidim).
2-Têkiliyên bi kampê ra û tiştên min kirine.
3-Çûna Henefî Celeplî Sundsvallê û beyana dabû rojnameyan...
5-Cîvîna Komîta Nûneran.
6-Haziriya Kongrê.
7-Rapora kar û bar.
8-Rapora malî.
9-Rapora Berbangê.
10-Hesabê çapxanê bi Hemîd ra.
Piştî civînê ez û Rezaq Feylî çûn qahwexanê. Em li ser apociyan û hinekî jî li ser
TKSPê peyivîn. Rezaq li ser tarîxa TKSPê hin pirs ji min kirin. Û xwest
bizanibe Kemal Bûrkay hetanî kînga di nav tevgera çepên tirk da bûye, ew çep kî
bûne û kînga ji wan veqetiya ye?
Bi qasî min fêm kir ji hevalên xwe ra li ser PKKê, TKSPê û Kemal Bûrkay înformasyonê
top dike.
XXX
1986-05-09
Redaksîyona Berbangê îro saet di 17a da li komela KOçKAKê(komeleya hevalên KUKê
ye) çiviya.
Ez, Bavê Nazê, Henefî Celeplî, Arif Xebat, Mueyid Teyib, Ahmed Cantekîn di
civînê da hazir bûn. Gerek Mihemed Bekir jî bihata lê nehat.
Ji Henefî ra gotiye min negotiye ezê têkevim redaksîyonê. Min gotiye ”ji destê
min were ezê alîkariyê bikim. Qey çewt hatiye fêm kirin.”
Bavê Nazê gotibû ez pê ra peyivîme, gotiye ”erê ezê bixebitim.”
Piştî vê agahiya Henefî, me ji Bavê Nazê pirsî, gelo kîjan rast e?
Got, ”ê madem ji Henefî ra wer gotiye qey were ye.”
Me ev mesele dirêj nekir.
Mueyid ji bo redaksîyonê çend prensîb hazir kiribûn. Ji wan yek, dibê Berbang
bi du elîfbeyan, bi herfên erebî û latînî derkeve.
Dudu, dibê Berbang dijayetiya tu hêzê neke.
Ez li dijî van herdu pêşniyaran jî derketim. Min got, dibê soranî ne bi herfên
erebî, bi herfên latînî were nivîsîn. Dema nivîsên bi soranî bi herfên latînî
bin kurmanc jî ewê jê fêdê bibînin, ji berhemên soranan haydar bibin.
Lê ji ber ku di kongreyê da biryar hatiye girtin soranî bi herfên erebî be em
mecbûr in wer bikin.
Lê ez dixwazim li ser vê meselê di Berbangê da
minaqaşe bibe, her kes fikrê xwe bibêje. Mesele ez dixwazim li ser vê meselê
nivîsekê binivîsînim û bikaranîna elîfbeya, herfên erebî rexne bikim. Yên li
dijî herfên erebî ne, yên diparêzin bira bibêjin ji bo çi li dij in ya jî ji bo
çi diparêzin.
Ev pêşniyara min het qebûl kirin. Emê di Berbangê da li ser nivîsîna bi herfên
erebî minaqaşeyekê bidin destpêkirin.
Li ser mesela ”bira Berbang dijayetiya tu hêzê neke” min got ev pêşniyareke şaş
e. Hin hêz him li Ewrûpayê, him jî li Kurdistanê hin tiştên xerab dikin. Wek
numûne li vir însan kuştin. Belkî sibe jî bikujin. Li hemberî hedîseyên wiha ma
emê bêdeng bimînin?
Me ev mesele hinekî minaqaşe kir. Piştî ku hevalên din û Henefî jî piştgiriya
min kirin, wî jî got ”rast e, dibê meriv li dij derkeve, lê ne wek hin partî çi
dibêjin em jî eynî tiştî bibêjin.”
Di dawiyê da me wek redaksîyon qebûl kir kîjan hêz, li welêt ya jî li vir
tiştekî xerab bike, însanan bikuje emê bêdeng nemînin, li dij rabin û rexne
bikin.
Wezîfe hat parkirin. Min nasandina kitêba Malmîsanij û nivîseke li ser
fêbaziyên tirkan girt ser xwe.
Li ser semînera Malmîsanij berê jî min nivîsek nivîsî bû. Emê 18ê mehê saet di
17a da dîsa top bicivin.
XXX
1987-05-09
Ez di 26ê nîsanê da, di vegera ji Almanya ji şeva partiyê li deriyê Pûrtgardinê ji alî pûlisên alman ve hatim girtin. Pûlisan pasaportên me ji bo kontrolê top kirin.
Di çûnê da pasaportên me nebirin kontrol nekirin, li ber mînubûsê lê nêrîn û dan me.
Lê vê carê pasên me ji me stendin. Dema pasaport birin min zanîbû ez hatim girtin.
Piştî çend deqîqeyan 3 pûlisên wek zebelihan bi lez hatin ber mînubusê, ban min kirin, gotin dakeve jêr.
Ez çer ji mînubusê daketim, wek guran xwe çindî ser min kirin, destên min badan, ez avêtim ji erdê da, ketin ser min û destên min ji para kelemçe kirin.
Ez saet li dora 14.00a hatibûm girtin, hetanî roja din saet 14.00a di nizaretê da mam. Sola min ji nigê min derxistibûn, ez xwasî bûm, erd çîmento û cemidî bû. Ji serma diranên min dikir şîrqîn. Bi şev min pir kir qîrewîr, beteniyek kev û genî dan min. Ji tunebûnê çêtir bû. Ez dibêjim heger ne ew betenî bûya ezê ji serma bimrama.
Roja din(27ê mehê)saet di 14a da pûlis hat ez birim mahkimê. Hakim bi riya tercuman çend pir ji min kir û ez tewqîf kirim, ez şandim hefsa Hamburgê.
Tercuman kurd bû, xortekî baş bû.
Hevalê min ê qawişê yekî alman bû, yekî diz û bêkes bû. Bêbavo pir tirr dikir. Avdesxana me(tuwaleta me)li kêleka ranza me bû. Her cara li ser rûdinişt tirrên wî ji dengê tirênê jî xerabtir bû. Ji bo tenefusê em berra derve nedidan, me xwe li ber pacê dida kêleka hev û li derve, li hevsiyên digeriyan û li kevoka dinêrî. Li wir jî tirr dikir, min bi îşaretan digot wer neke, digot tu jî bike...
Ez di 8ê gulanê da piştî nîvro hatim berdan. Min qet bawer nedikir ezê hewqasî zû werim berdan. Min digot ewê min teslîmî Tirkiyê bikin, çimkî ez ne hemweletiyê Swêd bûm. Pasaporta min resedokument bû.
Hevalên Almanyayê dûra ji min ra gotin partiya komunîst(DKPê)û hin sendîkaciyan gelkî alîkariya min kirine. Hin rojnameyan jî nivîsîbûn.
Ez eynî rojê ji Almanyayê bi rê ketim. Bi şev çûm Kopenhagenê, bûm mîvanê Mûsa Cibran. Roja din(9/5-87) saet li dora 19.00 gihîştim mal.
Di hefsê da ji Konsulxana Swêd mamûrek du caran hat ba min. Bilêta Swêd jî konsulosê Swêdî ji min ra birrî. Ev îş tercumanê kurd ji min ra li hev ragirt, mala camêr ava be.
1996-05-09
Li dibistanê(mektebê)konsera zarokan hebû. Serhatê me jî di
nav grûbê da bû. Ez û Hêvî me çû li konsera wan temaşe kir. Program saet di 19.30î
da qediya.
Li mal her roş şerê Rojen û Serhat e. Yê bêtir şer derdixe
Rojen e. Qet ji hev hez nakin, her cara nêzî hev dibin şer derdikeve. Ev jî
bêşansiya min e.
Ez ne dikanim bi rehetî bixwînim, ne jî binivîsînim. Hal û karê min gav û saetê
xeyda bi wan da ye. Geh xwe li wî radikşînim, geh xwe li yê din. Her tiştê
hundur sebebê şerê wan e.
Ez gêj bûme. Ez pir dixwazim mehekê bi tenê bimînim û carekê jî nebêjim ”bes e,
rehet bisekinin”!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar