08 maj 2022

Heta me hev nas kir me umir xelas kir

Merivên baş û xerab di rojên zahmet û giran da xuya dibin, ji hev tên gerandin.

Di van bîst salên dawî da gelek kesên li ber dilê me pir ezîz bûn, reş bûn, pîs bûn.

Meriv dibêje xwezî meriv zûtir hev nas bikira, xwezî ev aqil 40-50 sal berê bi meriv ra hebûya. Xwezî meriv di xortaniya xwe da jî xwediyê vî aqilê nuha bûye.

Baqiliya dereng wek zengîniya dereng e, meriv nikane pê tu xweliyê li serê xwe ke.

Lê ev jî heye, heta 40 saliya xwe meriv baqil nabe, baqilî, realîstî piştî çelî dest pê dike. Lê yên hetanî mirinê tu carî baqil nabin jî helbet hene. Dinya bêyî wan jî nabe, dibê totikvala û kêmaqil jî hebin.
Gelşa mezin li hin welatan ev zumre di piraniyê da ye…
Aqil taca zêrîn e ew jî di serê her kesî da nîne.

 XXX

Cubbelî Ahmedê tirk gotiye, ”Yên rayê didin HDPê dibê ji hemwelatîtiyên werin derxistin.”

Yanî dibê kurd û tirk ji hev biqetin, yên dibêjin em kurd in herin welatê xwe Kurdistanê û tirk jî li welatê xwe bimînin.

Pêşniyareke baş e. Jixwe em kurd jî viya dixwazin, gerek kurd ne hemwelatiyên Tirkiyê, hemwelatiyên Kurdistanê bin. Tirkiye ne welatê me ye, welatê me Kurdistan e, em hemwelatiyên Kurdistanê ne.

Lema jî dibê kurd ji Tirkiyê veqetin, ji hemwelatîtiya Tirkiyê derkevin û bibin hemwelatiyên Kurdistanê. Yanî her kes vegere warê xwe, mala xwe.

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE